Gul:Diyalog hemi pirsgirêkan çareser dike
Serokkomarê Tirkiye Abdullah Gul bi minasebeta “ Cejna avakirina cumhuriyetê“ kokteilekî ber bireh li qesra serokkomariyê pêkanî. Nêzikî 1500 siyasetmedar, rewşenbîr û kesayetên girîng vexwandibûn koyteylê. CHP û leşker tevlî nebûn.
Gul di daxuyaniyek ya xwe de da kifşkirin ku “ Hemî rastî û rengên Tirkiye lê vê derêne“ Serokê BDP-ê Demîrtaş û gelek parlementerên BDP-ê div ê kokteylê de amade bûn. Abdullah Gul giringiyek da BDP-ê û kasekî li ser lingan li gel serokê BDP_ê kiset kir. Behsa pirsa kurd kirin.
Kiset kirina Gul û demîrtaş bala rojnemevanan kişand û rojnemevanan hinek pirs ji wan kirin. Demîrtaş Got: Li Tirkiye tu tehluka parçebûnê tuneye ji ber ku gelê bixwazê veqete tuneye.
Gul: Divê li Tirkiye her tişt di çerçova baweriyê de bête kiset kirin. Li Tikiye diyalog hemi pirsgirêkan çareser dike. Lê dema tundû û xwîn hebê herkesek her tiştekî dike û herkes bi awayekî dike. Tundî û xwîn rêyên çareseriyê li gelek tiştan digre.