Şanoya Zazakî bi eleqeyek mezin hate temaşakirin
Li navenda Şanogeha Şaredariya Mezin a Amedê cara ewil lîstikek bi Zazakî hate pêşkeşkirin.Temaşavanên Amedê ji lîstokê Azîz Nesînê ya bi navê Ti Gara Niyî re ( Tu ne Garayî ) eleqeyek mezin dan.
Mijara lîstokê li ser şer û pirsgirêkên siyasî û civatiye. Ji ber riwayetên hîn kesan Gara di nava xelkê de wek qehremanekî tê binavkirin lê ti têkîliya Gara û qehrementiyê nîne. Li ser wan riwayetan li bajarê ku Gara ji dayik bû peykerê wî jî hatiye avakirin û ji bo siyasetmedaran jî dibe derfetekî rant. Ti Gara Niyî bi awayekî pêkenok û ji bo rexneyên li ser siyasetmedarên desthilatdar hatiye nivîsandin.
Lîstok ji aliyê derhênerê Kurd Coskun Doğanê re hate amadekirin.Di lîstokê de Bora Çelik, Hamdusena Özbey û Sabahattin Ozan Aslan cih girtin.
Di şevê de endam û xebatkarên Weşanxaneya Vateyê Mahmud Nêşite û Suleyman Yilmaz ,Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr,Şaredarê Yenişehirê Selim Kurbanoğlu,Şaredarê Surê Abdullah Demirbaş amade bûn.