Tariq Ezîz dest bi gireva birçîbûnê kir
Hate daxuyakirin ku Alîkarê Serokwezîrê rejîma Baas û Wezîrê Karên Derve yê berê Iraqê Tariq Azîz di greva birçîbûnê de ye.
Kurê Tariq Azîz ku li Ammanê dijî daxuyanikî da ji AFPê re û got : Bavê min û 25 girtiyên din di greva birçîbûnê de ne. Li gor Ziyad Ezîz bavê wî û 25 girtiyên din piştî qutkirina serdana girtigehê dest bi çalakiyê kirin.
Ziyad Ezîz di berdewamiya axaftina xwe de : Dostên me yên ku ji Ammanê dijîn ji bo dîdarekî çûbûn girtigehê lê nehiştin ku didarekî pêk were. Ji bo Tariq Ezîzê derman û çend pirtûk hatîbû şiyandin lê negihişt jê re. Di dawiya her mehê de mafî dîdarekî me heye lê heta ku îlac bigihêje wî divê em mehekî bisekinin , ew ji hêla me nayê qebulkirin.
Tariq Ezîz 74 saliye û Xrîstiyane û di rejîma Baasê de kesekî herî navûdeng bû. Berê jî , ji ber ku di sala 1992an de di derbarê qezençkirina dizî û derdekirina 42 kesî de rola mezin girt ,jê re 15 sal cezayê giran hatîbû dayîn. Û ji ber koçkirina xelkê Kurdistanê jî 7 sal ceza girtîbû. Înfazkirina cezayê derdekirina Tariq Ezîz hîna jî ne diyar e.