Nivîsar

Dixwazin xizmeta çi bikin?

Ehmed Tirk Serokê Bajarvaniya Mezina Mêrdînê, Mulkiye Birtane Parlementerê Qersê yê HDP û Îmam Taşçier û Adem Ozcaner delegeyên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê daxwaz dikin ku “ Kongreya Netewî“ kom bibe. 
Ji berî niha bi gelek derfetan min li ser Kongreya Netewî nivîsand û dîtinên xwe gotin. Di vê demê de daxuyaniyek bi vî awayî ya daxwaziya civîna Kongreya Netewî armancê ji çire dike? 
Ev niha wek pirsekiye. Ji aliyek din ev camêrên ku daxwazê dikin rolê wan bi xwe cîvandina Kongreya Netewî de çîye?
Niha vekirî yek ji van  nikare di vê derbarê de ji derê dîtina PKKê xwedî helwestek be. Ew îro vê dibêjin, lê sibe li ser peyamek  ji PKKê dikarin ji %100 li dijê van dîtinên xwe tiştekî din bêjin. Yanî vekirî ew nabêjin lê bi wan didin gotin. Vêca di siyasetê de ev yek gelek kirêt e.
Ji alyek din eger hun xwediyê daxuyaniyê, tenê bikaribin wek kesayetek siyesî dîtina xwe ya azad bêjin û li wê dîtinê xwedî derkevin dê tu gotina min ji bo we tunebê.
Niha Li Başûr şerê parastina xaka azad ya Kurdistanê û bi vê yekê ve girêdayî ragihandina dewletek Kurdî di nawenda siyaseta Kurdan û Rojhilata Navîn de ye. 
Pêwiste her kurdek bi siyasî xwe konstreyê vê yekê bike. Binêrin li Bakur hinek ciwanên Kurdistanê bê ku tu hesabek siyasî  ji bo pişgirya Pêşmergeyên Kurdistanê û bi daxwaza herin mil bidin milê pêşmergeyn bi hezaran îmze kom kirin û berê xwe dan eniya şer da mil bidin milê Pêşmergeyên Kurdistanê. Gavek erênî û hêzkirina xeta netewî bû.
Niha di vê dema hesas de ev daxuyaniya we ji bo çîye? Eger bibe gavek ji bo ragihandina dewletek Kurdî pîroz e. Lê eger di vê konaxê de armancek din ji vê daxuyaniya we hebê.. Hun bi xwe nav bikin.
Eger hindekî hun di vê daxwaziya xwe de dirustbin , binêrin di malperên ku hun xizmeta siyaseta wan dikin di derbarê Kurdistana Başûr û serokê Kurdistanê de çi dibêjin.
Ezê bi tenê linkekî ji bo vê bidim xuyakirin.
Heta hun van dîtinên qirêj di tenê xizmeta dijminên Kurdan dike mahkum nekin, behsa “Kongreyê Netewî “ nekin. Heta hun dijê ragihandina dewletek kurdî bin behsa berjewendiyên netewî û xetek netewî nekin.
Bi rastî gelek tişt hene mirov bêje. Lê carê  dema bûyerek çêdibe û mirov bê çare be dibêje: “ Bila hêviya xwedê ve be“
Bila hun jî bi van dîtinên xwe heviya Raya Giştî ya Kurdistanê ve bin.
Tiştek din kongreya we ya netewî(!) heye.
KNK li Bruksel çîye?
Dîtina we di derbarê vê dezgehê de çîye?
Mirov kongreyek netewî pêkanî be  behsa yek din bike tê çi wateyê?
Gelo hun di derbarê dîtinên malpera lêkolînê de hatî belav kirin û behsa serokê Kurdistanê û PDKê kirî, çi dibêjin?
Heta hun bersiva van pirsan nedin behsa civandina Kongreya Netewî  nekin.
18.6.2014
Dara Bilek
Back to top button