Polîtîk

Barzanî peyamek ji bo raya giştî ya Iraq û Kurdistanê belav kir

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Li van deman de li gel zêdetirê aliyên peywendîdaran di derbarê van rûdawên li vê dawiyê da li ser Iraqê da hat li peywendiyekî berdewam da bûyîn. Gelek kes û alî şahîdin bi sedema siyaseta çewt û takrewî ewên desthilata li Bexda qorx kirine ku ji mêjve me hişdarî dida ku rewşa Iraqê berev hildêrê ve diçê. Niha jî her ew berpirsên raste rastin li pêşhatina vê rewşa ne li bar.

Me gelek hewl da çareseriya bingehîn ji bo kêşeyan peyda bikin û me gelek pêşniyar pêşkêş kirin, lê belê bersîv û reftara karbidestan li dij derketin yan jî piştguh xistin bû. Her li piştî sala 2003 ê em wekî Kurdistanî dijî şerê tayîfî û mezhebiyê rawestayîn, nebûyîn sedemeke neyînî ya li vê milmilanê da, belku heta wê radeya ku me karî, me rola xêrê dît. Em li gel Şî’e rawestayîn dema li wan qewimî û zulm li wan hate kirin û li piştî 2003 dijî îhmalkirina Sûnne jî rawestayîn. Rewşt û ehlaqê Kurd bi dirêjahiya dîrokê ewe bûye ku pişta mazlûman girtiye.

Hewlên niha ji aliyê wan kesên ku baca şaşiyên xwe didin û şikestê xwarine û dixwazin bikin xetayê Kurd, buxtanekî mezine. Mijulin kelênêkî wiha li navbera Kurd û Şî’e dirust bikin ku bêguman bi ziyana mezina her dû aliyan temam dibê û dadiya wan faşîlan jî nade. Em hevpeymaniya Kurd li gel Şî’e bilindtir dizanîn li reftara çend kesek ku karbidestin û berî wê yekê ziyanê li Kurd bidin ziyanê bi Şî’e digihînin.

Qet helwesta Îmam Muhsîn El Hekîm û Şehîd Sadir ji bîr nakîn û em birayên Şî’e dilniya dikin ku ewên bûne sedema dirustbûna vê rewşê dixwazin şikesta xwe bi buxtan dabipoşin û çend sale rastiyê ji gel vedişêrin.

Niha jî rewşekî nû pêkhatiye ku pêwîst dike çareseriya bingehîn ji bo kêşeyan peyda bikin ew jî li jêr ronahiya van guhertinên ku rû dane û divê awayê hukimranî û rewşa siyasiya berî niha bê guhertin.

Di derbarê rûbirûbûna terorê, Kurdistan ji her demek zêdetir amadeye berjewendî û jiyana xelkê wê ji her destdirêjiyek biparêze. Em bi tevahî karên terorîstî ji daxwazên rewayên birayên Sûnne cûda dikin. Em pêkve li gel birayên Şî’e û Sûnne amadene rûbirûbûna terorîstan bikin, lê belê qet nakevîn şerek ku li jêr perdeya şerê teror şerê tayîfeyek bê kirin û tenê bi şer ev girift nayê çareser kirin, divê sedemên wê bêne çareser kirin û proseya siyasî rêya xwe ya rastî bigre, wê demê têkşikandina terorîstan gelek hêsantir dibe.

Carekî din dûbare dikim, em karker û amilê xêrê dibîn û piştgîriya her hengavekî xêrê dikin, lê belê divê hemû aliyek bizanin ku îro rewşeke nû pêkhatiye û divê bi rastî dîtinê muamele li gel da bê kirin.

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

18.06.2014

Back to top button