Civak

Dixwazin di bin Ala Kurdistanê de bi azadî bijîn

Xelkê Zaxo bi temamî piştgiriyê li referanduma serxwebûna Kurdistanê dikin û dixwazin di bin ala Kurdistanê bi azadî bijîn û ew karesatên ku hatine serê miletê Kurd dûbare nebin.Welatiyê bajarê Zaxo, Dilşad Mihemed, ku beşê kompyuterê li zanîngehê xwendiye ji malpera KDP.info re ragihand: “Bêguman referandum daxwaza hemû gelê Kurd e û niha jî pêwîstiyek e, ji ber ku êdî miletê Kurd dikare bê Iraqê jî bijî, lê tişta ku niha pir pêwîst e yekîtiya navamala Kurdistanê ye. Pêwîst e aliyên siyasî daxwazên gelê Kurd liberçav bigrin, da ku em hemû bighên armanca xwe û ez geşbîn im ku di demeke nêzîk de dê referandum were lidarxistin û em lihêviya wê ne jî.”Herwiha xwendekarê peymangehê Casim Sebrî jî dibêje: “Niha referandum mijara gerim di nava xelkê ye. Em li hêviya lidarxistina wê ne, ji ber ku rewş baş e û tişta ku gelekî girîng bû jî bilindkirina ala Kurdistanê bû li ser Kerkûkê, ku ew yek destpêkek bû ji bo cudabûna Kurdistanê ji Iraqê û welatên mezin jî piştevaniyê li vê biryarê dikin. Giringiya dewletbûna Kurdistanê di wê yekê de ye ku ew karesatên heta niha hetine serê Kurdan, careke din dûbare nabin.”Welatiyek din ji Zaxo bi navê Dilşad Pîrî dibêje: “Kudan gelek şoreş kirine ji bo ku bighên mafê xwe, lewma jî niha em bi bêdudilî bêjin belê di referandumê de û em helwesta xwe nîşanî hemû cîhanê bidin û em bêjin em karin xwebirêve bibin û herwiha lidarxistina referandumê mafekî rewa ye.”

Back to top button