Kultur

Dîwana Feqiyê teyran derket

Dîwana helbestvanê kurd ê klasîk, Feqiyê Teyran piştî lêkolîneke 10 salî ku ji aliyê Seîd Dêreşî ve hatibû kirin, ji Weşanên Lîsê derket. 

Dîwana Feqiyê Teyran ku bi lêkolîneke dûvedirêj a ji aliyê Seîd Dêreşî ve hatibû kirin, bi tîpguhêziya ji erebî bo latînî ya Dewlet Elî û edîtoriya Kawa Nemir ji Weşanên Lîsê derket.

Edîtor Kawa Nemir derbarê vê berhemê de agahî dan AKnews’ê diyar kir ku heta niha berhemên Feqiyê Teyran ji aliyê gelek kesî ve hatine talankirin û wan bi vê berhemê pêşî li vê talanê girtiye. Nemir, da zanîn ku wan di vê berhemê de ji 80 heb zêdetir destxetên helbestên Feqiyê Teyran ku ji medrese, gund, qesr û welatên cîhanê hatine berhevkirin, bi cih kiriye û wiha got:

– Piştî vê xebata dûvedirêj a Seîd Dêreşî, em dikarin bêjin êdî em nêzî çapa standart û yekgirtî ya hemû berhemên Feqiyê Teyran bûne. Digel ku heta niha dîwanên Feqiyê Teyran ji aliyê gelek weşanxaneyan ve hatibin çapkirin jî, cara ewil e ku hemû berhemên Feqiyê Teyran bi awayeke resen, bi destxest, bi rêk û pêk ji aliyê me weşanxaneya me ve tê çapkirin.

Nemir, bal kişand ku Seîd Dêreşî di vê dîwanê de 2 hezar û 409 têbinî nivîsandine û wiha axivî:
– Li gorî her tekstek têbiniyek hatiye danîn. Di têbiniyan de berhemên berê û ya niha dide ber hev û şîrove dike, sererast dike. Her wiha di dîwanê de 11 serhatiyên (çîrok) ku di nava gel de li ser Feqiyê Teyran hatine gotin, cih digre. Piraniya van serhatiyan ji herêma Botan e û bi reseniya devoka wan herêman hatiye nivîsandin.

Di dîwana ku ji 640 rûpelan pêk tê de, digel helbestan serhatî, ferheng, sûretên destnivîsan, lîsteya jêder, war û navdaran jî cih digrin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button