Îmad Ehmed: Tu kartek di berîka opozîsyonê de nemaye
Berpirsê ofîsa rêxistina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Îmad Ehmed ragehnad, tu kartek di berîka opozîsyonê de nemaye û ew yek jî red kir ku ligel Tevgera Goran civiyabin û soz dabin wan ku dê Dr. Berhem Salih ji serokatiya kabîneya şeşem bidin alî.
Îmad Ehmed, di bernameyekî televizyona Kurdsat de mijarên di rojevê de nirxandin û got:
– Ew axaftin ne rast in ku qaşo emê Dr. Berhem ji serokatiya kabîneya şeşem bidin alî, tu nêteke me ya wiha jî nîne, berevajiya wê, ger hikûmeteke berfireh (koalîsyon) jî hat pêkanîn berendamê me bo serokatiya wê hikûmetê dîsan Dr. Berhem e.
Derbarê wan hêzên ku li bajarê Silêmaniyê ne, gelo hîç bernameyekî wan heye bo êrîş bikin ser baregahên opozîsyonê wek ku aliyên opozîsyonê belav kiriye, Îmad Ehmed wiha axifî: ‘’Ger tiştekî xirab nekin em êrîşî wan nakin.
Îmad Ehmed tekez kir ku ji bo gotûbêjan tu mercekî wan nîne û mercên kesî jî qebûl nakin û wiha pêde çû:
– Ewên ku merc dideynin, mebesta wan rawestandina gotûbêjan e. Balkêş e ku opozîsyon merc bo YNK û PDKê dideyne, golek xwîn di navbera me de rijiya ye, dema em ligel hev dirûnin, tu mercên me nînin, aliyên opozîsyonê ligel hev rûdinên tu mercan ji hev re nadeynin, baş e çima merc bo me dideynin.
Piştî ku dawî li xwepêşandanên parêzgeha Silêmaniyê hat anîn, aliyên opozîsyonê ragehandin ku kartên din di destê wan de hene ku bikar bînin, lê Îmad Ehmed diyar kir ku tu kartek di destê opozîsyonê de nemaye û wiha dirêjî bi axaftina xwe da:
– Bawer nakim ew karta xwe ji bo qiyametê danîbin, bawer nakim di wan 60 rojên borî de ger tiştek ji destê wan bihata û nekiribana, wan zarokên biçûk bikaranîn, çi maye bikar bînin. Li gor me çi di berîka wan de hebûye derxistine. Rûdaw