Îro pênçşemiyê 28.04.2011ê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedînê pêşwazî li şandek eparlamentoya Yekîtiya Ewrupayê kir ku ji Steurat Stevin Son, Marîo Moro, Yelko Kaçîn, Etart Montato û Vêla Rêkxerê Karubarê Derveyê Yekîtiya Ewrupa li Iraq û Stanslav balyozê Polonya li Iraq pêkhatibûn.

Di hevdîtinê de ku Selîm Giravî nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewrupayê amade bû, şanda parlamentoya Yekîtiya Ewrupayê, xweşhaliya xwe bi vê serdana herêma Kurdistanê derbirî û ragihand ku helkeftekî dîrokiye ku şandekî Yekîtiya Ewrupa serdana herêma Kurdistanê bike bo ku ji nêzîk ve agahdarî rewşa wê bibin û pêwendiyeke xurt li navbera komara Iraq û herêma Kurdistanê li aliyek û welatên Yekîtiya Ewrupa li aliyeke din ve dirûst bikin.
Şandeya mêvan balkişandin li ser wê yekê ku di vê serdana wan ya bo Bexda û Herêma Kurdistanê de baweriyek li cem wan dirûst bûye ku Iraq bi giştî û Herêma Kurdistan bi taybetî, sebaret bi çawayiya çareserkirina gîrûgiriftan dikarin mînakeke baş pêşkêşî Rojhilata Navîn bikin. Her wiha ragihand ku ew çend rojên li Herêma Kurdistanê da bûne têbîniyeke baş li ser Herêmê tomar kirine û behsa rola Herêmê ya sebaret bi piştgirîkirina hemwelatiyên mesîhî ewên ku bi sedema karê tundutîjiyê ve serî li Herêma Kurdistanê dane kirin ku li ser budçeya sînordara Herêmê girîngiyeke baş ji bo guzeraniya wan hemwelatiyan daye.

Di derbarê serdana xwe ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê, şanda parlamentoya Yekîtiya Ewrupayê ronahî kir ku heta niha serdana wan li astekî pêwîst de nebûye, ji bo wê yekê biryar dane ku bi berdewamî girîngiyê bi her du aliyan de bidin. Iraq û Herêma Kurdistanê du mînakên pozîtîfin û qet jî nebûne beşekî wan pirsên ku li Rojhilata Navîn û navçeyê da hatiye holê.

Serok Barzanî, li gel bi xêrhatina şandê, axaftinek sebaret bi pêvajoya siyasî û aboriya Iraq û Herêma Kurdistanê xisterû û got:
– Raste li Iraq û herêma Kurdistanê gîrûgirift hene lê belê li ser bingehekî dirûst birêve diçê, ne li Iraq û ne li Herêma Kurdistanê kesek tûne heta hetayê li ser kursî hukim de bimînê û desthilat birêvebirin jî ji du dewreyan ne zêdetire û ev hilbijartinên ku li Iraq û Herêmê hatine encamdan li jêr çavdêriya Yekîtiya Ewrupa û Neteweyên Yekgirtî û çavdêrên civakên medeniyan ve birêveçûye.
Li ser rewşa mesîhiyan jî serok Barzanî ragihand ku ew zarokê resenê vî welatîne û beşdarî li binyatnana şaristaniyan da kirine. ”Ji bo wê yekê erkê li ser şanê meye ku piştgiriya wan bikîn.”

Di mijareke dinê vê hevdîtinê de serok Barzanî ronahî xiste li ser rewşa Herêma Kurdistanê û rûdawên vê dawiyê û balkişand li ser wê yekê ku du salên din hilbijartin tê kirin û got:
– Qet me ne gotiye em li hemû rûyek ve kamil in. Me sê alternatîv xistine pêş opozîsyonê; an ew beşdarî di çaksaziyê de bikin an jî beşdarî di hikûmetekî bingeha wê berfireh bikin eger na bila pêkve hilbijartinekî pêşwext encam bidîn bo ku gel biryara xwe ya dawî bide.
Sebaret bi çaksaziyan jî, serok Barzanî balkişand li ser bernameyê ku ji bo çaksaziyê hatiye amadekirin û ragihand ku niha ew bernameye xistine di warê bicîhkirinê de û tekez jî li ser cîddiyeta bi cîhkirina bernameyê kir.

Di derbarê meseleya Kerkûk û navçeyên dinê veqetandî de, serok Barzanî balkişand li ser wan gûhertinên ku di vê dawiyê de di postên îdariyên parêzgehê ve hatine kirin û pêdagîriyê jî li ser bi cîhkirina tevahiya wan xalan kir ku di maddeya 140ê a destûra Iraqê da hatine diyar kirin.

Di dawiya hevdîtinê de, şanda parlamentoya Yekîtiya Ewrupa ji bo wan agadariyan spasiya serok Barzanî kir û ragihand ku deng û nirxandinên birêzî cihê teqdîra şanda parlamentoya Yekîtiya Ewrupayê ye û behsa wan tevgerên demokratiyên hikûmeta Herêmê beramber opozîsyon t kirinê, tevgerên demokratiyane û şaristaniyane bûne.

Serok Barzanî jî behsa rola Stîurat Stevin endamê parlamentoya Yekîtiya Ewrupayê kir û ragihand ki ew bi xwe û gelê Kurdistanê agahdarî rol û xebat û wan karê başên wî ne ku li sala 1991 da ji bo berjewendiya gelê Kurdistanê encam daye

Nêrînek

  1. Ewropa, ne Ewrupa. Hela bixwînin Ewrupa chawa tê xwendin û bi zimanên din ên Îndogermanî re bidin berhev. Ewrûpa jî nîne.\r\n\r\nViya du-sê kesan ji xwe re di quncikên xwe de dinivîsînin. Serê wan here bi ya xwe dikin lewra kesayetiya wan wisa ye. Dibêjin xwedî û mîmarê Zimanê Kurdî em in.\r\n\r\nÎngîlîz chawa bilêk dikin Ewropayê? Alman? Fransî?\r\n\r\nLê Tirk?\r\n\r\nWe fêhm kir?\r\n\r\nPolonya kê dibêje? Tirk. \r\n\r\nBi Kurdî Poland e. Parlamento na parlament.\r\n\r\nBibînin ku ji tesîra Tirkî (ne tenê tesîr) hin kes zimanê me dishibînin Tirkî. Hin viya wekî wezîfe dikin, hin jî ji kêmasiyan.\r\n\r\nLi malpera tê ku hûn peyvan bi Kurdî bikarbînin.\r\n\r\nLi Wîkîpediya Kurdî binêrin navên welatan, zimanan hene, li wir bi vê bigerin “lîsteya dewletên cîhanê”.\r\n\r\nViya li kompûterên xwe tomar bikin, beriya nûcheyan kontrol bikin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: