Divê zarok nebin qurbana şer û berjewendiyên partiyan

Malbata Hêja Ya Mehmed Sînan Boçkum,

Rojnevanên Xebatkar,

Xwuşk û Birayên Delal,

Dewleta Tirk, bi avabûna xwe nebû dewletek rewa û hiqûqî. Loma jî hîç demek bi xwe bawer nebû û her dem tirsiya ku dê bê hilweşandin. Bi taybetî jî, desthilatdarên Kemalîst hîn zêdetir ji wendakirinê tirsiyan.

Dewleta Tirk ji bona ku rewa û hiqûqî nebû, bû dewletek êrişker, nawerek, nehiqûqî, qatlîamçêker. Li hemberî muhaxalefeta kurdan, kli hemberî ermeniyan, sosyalîstan, çepan, îslamiyan di zilum û êrişa xwe de bêsînor bû. Ji hiqûqa navneteweyî û peymanên navneteweyî re, ji azadiyan kesayetî û grubî re rêz/hirmet nekir. Hemû mafên kesayetî û grubî perçiqand. Di van hiqûqnasnekirinê de  zarok, jin, kal û pîr naskir; ferq nexist navbeyna wan. Zarok, jin, kal û pîr qetil kirin.

Di heman dem de rêxistinên girêdanên wan jî, ew çanda wan domand. Ew jî di kar û xebatên xwe de gelek bêsînor û keyfî bûn.

PKKê, ji roja ava bûye heta îro tu dem, ji mafên kesayetî û grubî re rêzgirtî nebûye, her dem ew mafan perçiqandine. Ji bona ku siyaseta xwe ya şaş bibe serî, gelek makyewelîst û pragmatîk hereket kiriye. Kûştin û şidet ji bona hebûn û nebûna xwe girîng dîtiye.

PKKê ji mafên zarok  re jî rêz negirtiye û mafên wan perçiqandiye. Loma jî zarok ji malbatan û dibistanan, cîwan ji dibistanan veqetand; bir kir gerîlla û çekdar. Ev helwesta PKKê, li dijî Peymana Mafên Zarokan, mafên kesayetî û grubî yên mirovatî ye.

Di PKKê de ev ji serî de pirsek girîng e. Her dem jî ji aliyê me de ew helwesta hatiye rexne kirin û tewanbar kirin.

Lê PKKê ji ew helwesta xwe dev berneda. Di ev dema dawiyê de ku serokê PKK Ocalan dibêje ku “dema şerê çekdarî derbasbûye û dem dema şerê siyasî ye”; di navbeyna PKKê û dewletê de ji bona ku PKKê dev ji çek berde danûstandin hene jî, dîsa zarokan û cîwanan dibe, dike gerîlla.

Heval û Dostên Delal,

1-Rêxistina cîwanên PKKê,  “Cîwanên Lîseyê yên Şoreşger û Welatparêz”, ji bona ku li Lîceyê avakirina qereqolê protesto bikin, grubek zarok û cîwanan bi 6-7 otobusan dibin Lîceyê. Dema ku zarok û cîwan diçin Lîceyê, gerilayên PKKê jî tên wir. Ji nav van zarok û cîwanan çendan hildibêjirin, dibin çiyê.

2-Mehmed Sînan Boçkum, yek ji wan zarokan e ku ji aliyê PKkê de hatiye birin. Mehmed, gorî nasnameya xwe di 30. 09. 1999-an de hatiye dinyayê. Kûrê Xanim Ayselê û Erol Beg e. Ji Malbata Mehmed, piştî salên 1984-an gelek kes hatine kûştin. Kalê wî Mehmud û pirîke wî Faxriyê ji aliyê leşkeran de tên kûştin; hîn laşên wan jî ne diyar in. Xalên wî wek berpirsiyarekî PKKê tê kûştin. Ji malbata wî nêzikî 14 kesan diçin nav PKKê. Ji wan beşek hatine kûştîn û beşek jî ji wendayî ne.

3-Malbata Mehmed ji bona ku zarokên wan teslîmî wan bibe û ji nav PKKê bê vegerandin; serî li berpirsiyarên BDPê û Seroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dike. Lê ji wan encamekê nagre. Wê demê biryar didin ku çalakiya rûniştinê bikin. Ew çalakiya wan çend roj in ku dom dike. Ez/em jî ji bona ku ji wan re bibin alîkar û doza wan heq dibînin, li vir im/in.

4-Her çiqas gelek malbatan zarokên wan hatine birin jî, wan bi malbata Mehmed re dest bi çalakiyê nekirine. Ji bona vê helwestê dikare gelek sedem hebin. Sedamek girîng, ji PKKê tirs e.

5-Wek tê gotin, ew zarokan bi îradeya xwe neçûne. Dema ku em salên wan zarokan bidin ber çav, îradeya wan jî derbas nabe.

6-Helwesta malbata Mehmed, helwestek gelek medenî, sivîl, demokrat û heq e. Çalakiyek bêitaatkariya sivîl e. Mafê kurdan heye ku hem li hemberî dewletê û hem jî li hemberî sîstema dîktatorî ya PKKê muxalîf bin û xwediyê helwest bin.

7-Wek malbata Mehmed, ez jî berpirsiyarên BDPê û berpirsiyarên dibistana Mehmed, di vê pirsê de xwediyê mesulîyeta mirovî û hiqûqî dibînim. Divê berpirsiyarên BDPê wek zarokên xwe, mafên zarokên gel jî biparêzin. Çawa ku zarokên xwe naşînin nav şer, divê zarokên gel jî neşînin.

Malbata Mehmed ji bona ku rêvebirên dibistanê di pirsa zarokên xwe de berpirsiyar dibînin, loma jî biryar girtine ku zarokên xwe neşînin dibistanê. Ji vê yekê xerabtir tiştek û zulmek mezin nabe.

8- Di heman dem de hikûmet û berpirsiyarên dewletê jî ji Mehmed û zarokên wek Mehmed berpirsiyar in. Lewra di Newroza 2013-an de  ji aliyê Ocalan û hikûmetê de hat ragîhgandin ku PKKê dê dest ji çek berde. Lê piştî wê daxuyaniyê, çekdarê PKKê kêm nebûn. PKKê zêdetir zarok û cîwan bir nav xwe.

Diyar bû ku tiştên PKKê dibêje ne rast in. PKKê gor stratejiya Ocalan hejmara çekdarên xwe dê bike 100.000. Ji aliyê din de Aysel Tuglukê gotibû ku “PKKê dê çeyrek sedsalekê çekdarên xwe biparêze.” Sirri Sureyya goti bû ku “PKKê dê li Qendîlê cîwanan perwerde bike.”

Dostên Hêja,

Ez gelek vekirî dibêjim ku PKKê xwediyê maf nîn e ku zarokan û cîwanan ji dibistanan derxe bibe çiyê. Ev qetlîamek mirovî, çandî, civakî ye.

Ev helwesta PKKê li dijî peymanên navneteweyî û Peymana Mafên Zarokan, maf û azadiyên kesayetî ye.

Gelek caran bala PKKê ji aliyê hêzên navneteweyî ve, di derbarê zarokan de jî hatiye kişandin. Ez jî nûha carek din bala PKKê dikşînim ku divê zarokan nekin qurbanê şer û berjewendiya partiya xwe.

PKKê, divê zarokan paşve bişînin nav malbat û dibistanên wan.

4 Gulan 2014

ÎBRAHÎM GUÇLU

Nivîskar û Siyasetvan

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: