Civak

Em li zarokên xwe xwedî derkevin

 

Bangawazî:

Îro me serdana malbata Mehmet Sinan Böçküm a ku ji bo lawê xwe ev 11 ro jin kon vekirine û doza lawê xwe dikin, kir.
Hewce nake ku tiştek bibêjin. Peyvên diya Sînan, Aysel Böçküm rewşa heyî û siyaseta qirêj ya bi deh salane li Kurdistanê birêve diçe tîne ziman. Em peyvên dayika Sînan bi we re parve dikin;
“-Ez Sînanê xwe dixwazim, ez hemû Sînanan dixwazim.
-Ger bi rastî ji bo armanceke bûna em biçin şer bikin. Çima zarok şer dikin?
-Selahattîn Demîrtaş, Zübeyde Zümrüt, Gülten Kışanak werin em biçin şer bikin. Eger bi daxwaz be, zarokên we çima naçin? Wê çaxê hun naxwazin, hun ne samîmî ne. Hun biçin, ezê jî bi we re werim.
-Selahattîn Demirtaş, ma tu li wê derê bûyî ku tu dizanî kurê min bi daxwza xwe çû?
-Malbatên din jî tên bi me re du hêsira dibarînin û diçin. Dibêjin tişt pê naye, şeref e. Şerefa min Sînanê min e.
-Min malbata xwe daye, ez Sînanê xwe nadim.
-Me li vê derê 11 rojin ji bo kurê xwe kon vekiriye. Zübeyde Zümrüt li hember me di vîlayan de rûniştiye. Ne xema kesî ye.
-Min vê konê him li hember PKKê him jî li hember dewletê vekiriye. Baweriya me bi her du yan jî tuneye.
-Ez zarokên xwe naşînim mektebê.
-Divê Sinanê min niha di nav hevalên xwe de bilîstana. Ew îsal kete azmûnan. Divê bixwendana.
-Heta niha berpirsyarek nehatiye û agahiyek nedane. Em Sînanê xwe dixwazim.”
Rêxistineke ku li ser xwîna zarokan bixwaze rantê bi dest bixe û vê tiştî di bin navê Kurdayetiyê bike; ne samîmî ye, xwînmij e û xisara herÎ zêde ew dide. Divê em li zarokên xwe xwedî derkevin. Bi deh salan e bûyerên bi vê rengê çêdibin lê ji tu kesî deng dernakeve. Malbata Mehmet Sinan Böçküm helwesta herî rast nişan dide. Banga me li hemû aliyan; divê em piştgiriya wê malbatê bikin ku em pêşî li çûndina Sînanên din bigirin.

Tevgera Ciwanên Kurdistanê

 

 

Back to top button