Cîhan
Divê Suriye li dor bûyera Reqayê lêkolîneke bê teref veke
Rêxistina navnetewî a parastina mafê mirovî (Human Rights Watch) di daxuyaniyekê de daxazê ji hikûmeta Suriyê dike ku li dor bûyera bajarê Reqe lêkolîneke serbixwe û bê teref dest pê bike.
Berpirsê rêxistina Human Rights Watch yê Rojhilata Navîn di daxuyaniyê de dibêje: Divê hikûmeta Suriyeyê li dor bûyera bajarê Reqe lêkolîneke serbixwe û bê teref veke, û tawanbarên teqe li xelkê sivîl kirî bi rêya dadgehê bên mehkeme kirin û bigihîjin cezayê xwe.
Weke tê zanî li roja 21ê adarê kurdên bajarê Reqeyê şahiya newrozê dikir û hêzên emnî yên Suriyayê teqe li xelkê sivîlê kurd, yên ku ji bo pîrozkirina Newrozê hatbûn bav, kir û encam de çen kes şehîd û birîndar kirin.