Amerîka pîrozbahî li komîsyona hilbijartinan kir

Balyozxaneya Iraqê daxûyaniyek belav kir û di vê daxûyaniyê de hate ragihandin ku, “Em bi minasebeta ragihandina encamên fermî  yên hilbijartinên Iraqê pîrozbahiyê li komîsyona bilind a hilbijartinan dikin”.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku, ew pişgiriya biryara çavderên navnetewî yên hilbijartinan dikin, û prosesa hilbijartina bi serkeftî dinirxînin.
 Herweha ji hemû aliyên siyasî tê xwestin ku, ew giliyên xwe bi awayek fermî li dadgeha bilind bikin ûpiştî biryara dadgehê herkes rêz li encama bigire û dest guftugoyan bikin ku hukumetekî ava bikin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: