Divê PDKê hilbijartinê qezenç bike, YNKê jî vegere xeta Mam Celal
Dîsa aşkereye ku partiyeke û qedroyeke li Kurdistanê û li dinyayê xwediye bi rûmet û dîrokî dikarin desthilatdarî û hikûmeteke xurt ava bikin.
Îbrahîm GUÇLU
Wek tê zanîn piştî gelek pirsgirêk û gengeşiyan, biryar hat girtin ku li Herêma Federe ya Kurdistanê hilbijartina giştî bê li darxistin. Gengeşiyên beriya hilbjartina giştî ya derengmayî, girîngiya hilbijartinê derdixe holê. Divê kurdperwer, gelê Kurd û hemû kurdistanî bi vê hişmendiyê li hilbijartinê binêre û helwesta xwe gorî vê girîngî û starejîkbûna hilbijartinê diyar bike.
Hilbijartina giştî li Herêma Federe ya Kurdistanê dê di 20ê Cotmeha 2024an de bê lidarxistin. Yanî ji bona hilbijarttinê çend roj mane. Gorî ceribandinên Kurdistanê û dinyayê dê di rojên dawî de helwesta dengdar a bi giştî zelal dibe. Bê şik beşekî mezin dengdar di destpêkê de xwediyê helwesteke zelal in.
Ez dixwazim giringî û stratrejîbûna hilbijartinê li Herêma Federe ya Kurdistanê çima girîng e û piştî hilbijartinê kîjan karên stratejîk li benda Hikûmeta Kurdistanê ne, dixwazim carek din pêşkêşi raya giştî ya Kurdistanê, rêxistin û partiyên Kurdistanê bikim.
1-Wek tê zanîn pêwendiyên Herêma Federe ya Kurdistanbê û Dewleta Federal ya Iraqê dem-dem xwediyê pirsgirêkên mezin in. Di van salên dawî de û di vê qonaxê de jî pirsgirêkên terefa Kurdistaniyan û Ereban dom dike. Ji bona çareseriya van pirsgirêkan encamên hilbijartinên Herêma Federe ya Kurdistan girîngin.
2-Kêşaya Kerkukê û herêmên ji derveyî desthilatdariya Kurdistanê ne gelek girîng e. Divê kêşaya Kerkukê û Herêmên ji derveyî desthilatdariya Kurdistanê gorî makezagonê bi refêrandûmê çareser bibe. Lewma ji bona Kerkukê xebateke xurt û rast û bi dîrayet pêwîst e. Divê texrîbata xiyaneta 20ê Cotmeha 2017 ji holê rabe. Di qonaxa dawî de hilbijartina parêzgehê bi xwe re pirsgirêkên mezin qewimandin. Bi helwesta YNKê ya şaş nasnameya Kerkukê ji bona ji holê rabe şaşiyên mezin hatin kirin. Divê ew şaşiyan û birînan dernman bibin. Ji bo vê yekê encamên hilbijartina li Herêma Federe ya Kurdistanê gelek girîng û stratejîk in.
3-Li Herêma Federe ya Kurdistanê, xirakirina sîstema federe, di pergela siyasî û civakî de destwerdan û dagirkeriyeke xeter bi destê Îran û PKKê û Haşdî Şabî tên meşandin. Divê ku pêşiya van bê girtin û PKKê û rêxsitinên terorîst bi rêya hiqûqî û pîvanên serwerî û desthilatdarî bên tasfiye kirin. Ji bo vê yekê encamên hilbijartina li Herêma Federe ya Kurdistanê gelek girîng û stratejîk in.
4-Li Rojhilatê Navîn guhertinên girîng diqewimin. Ji guhertina sînoran tê qal kirin. Guhertina sînoran raste rast Neteweya Kurd û Kurdistanê eleqedar dike. Lewra sînorên bên guhertin, sînorên Dewleta Tirk, İran, Iraq û Sûriye ye. Ew jî tê wê wateyê ku ew dewletên kolonyalîst dê dest ji Kurdistanê berdin, Kurdistan ji bin desthilatdariya wan dewletan derkeve. Ji bona bersîva van qewimandinan bên dayîn, Hikûmeteke û desthilatdariyeke xûrt li Kurdistanê pêwîst e. Lewma jî encamên hilbijartinên Herêma Federe ya Kurdistanê girîng û starejîk in.
5-Ew qewimandinên li Rojhilatê Navîn pêk tên, dê ji bona encama Rêferandûma 2017-an cîbicî bibe, derfetên nû dê derxe holê û rojevê. Ji bona vê jî desthilatdariyek û hikûmeteke xûrt li Herêma Federe ya Kurdistanê pêwîst e. Ew hikûmet û desthilatdariya nexşerêyekê ji bona encamên rêferandûmê çê bibe, xebat bike. Lewma jî encamên hilbijartina giştî ya li Herêma Federe ya Kurdistanê girîng û stratejîk in.
6-Divê Herêma Federe ya Kurdistanê xurttir bibe û ji xeteriyên ji derve de tên bê parastin; ji aliyê aborî û civakî de pêşbikeve. Demokrasî bê parastin. Mafên keseyatî û kolektif divê bên parastin. Azadiya fikir û xweîfadekireinê divê pêşbikeve. Lewma jî encamên hilbijartina giştî ya li Herêma Federe ya Kurdistanê girîng û stratejîk in.
7-Li Kurdistanê bes Kurd û misilman jiyan nakin. Ji derveyî kurdan, neteweyên din jî jiyan dikin. Ji derveyî misilmanan, Kurdên Êzîdî û neteweyên Xiristiyan jiyan dikin. Loma jî pêkvejiyaneke însanî û demokratîk wek heta nûha hatiye meşandin, bê meşandin. Lewma jî encamên hilbijartina giştî ya li Herêma Federe ya Kurdistanê girîng û stratejîk in.
8-Di navbeyna partiyên siyasî de, di hikûmet û parlamentoyê de pirsgirêk hene. Divê ev pirsgirêkan çareser bibin. Lewma jî encamên hilbijartina giştî ya li Herêma Federe ya Kurdistanê girîng û stratejîk in.
*****
Ji bona ev mijarên bingehî û girîng û stratejîk, desthilatdariyeke xurt û Hikûmeteke xurt pêwîst e. Divê gelê me di hilbijartinê de ji bona desthilatdariyeke xurt û hikmûmeteke xurt derfet çê bike û deng bide..
Ev jî bi qezençkirina partiyeke lihevkirî, neteweyî, qedroyên xurt û bibasîret û xwediyê cerabindin dibe.
Dîsa aşkereye ku partiyeke û qedroyeke li Kurdistanê û li dinyayê xwediye bi rûmet û dîrokî dikarin desthilatdarî û hikûmeteke xurt ava bikin.
Ev partî jî di qonav û şertên îro de jî PDKê ye.
Divê Kurdistanî bi dengekî xurt PDKê bikin desthilatdar û hikûmet.
Di avakirin û jiyana Herêma Federe ya Kurdistanê de mîsyon û rola YNKê jî girıng e. Hezar mixabin gor berpirsiyar û damezrênêrên YNKê jî, YNKê ji rêya xwe ya berê, ji rêya Mam Celal dur ketiye. Divê Kurdistanî ji bona vê xeteriyê bala berpirsiyarên YNKê yên di bin bandora Iran û PKKê û Haşdî de tevdigerin de bi xurtî bikşînin. YNKê jî vegere ser rêya xwe ya berê û rêya Mam Celal.
Diyarbvekîr, 16. 10. 2024