Li Emerikayê saziyek bi navê ”Enstituya Sêwirandinê ya Brookings”ê heye ku Kemal Derwêşê CHPyî cîgirê serokê wê ye, axaftineke balkêş li komeleya Dostaniya Tirk û Emeriyayê kir û rasteras bang li hikûmeta Tirkiyê kir, weha got: ”Eger di vê sala 2012an de Ataturk jî li jiyanê bûya, wê nasnameya Kurd pejirandibûna.”
Sefîrê Tirkiyê yê li Washingtonê dema ku pîrozbahiya 10ê Kanûna Paşî ji bo Ataturk li komelê dida kirin û ku dora axaftinê bû ya Kemal Derwêşê ku cîgirê serokwezîrê berê yê Bilend Ecewit bû herweha Wezîrê Dewletê bû jî, got: ”Li Tirkiyê azadiya fikrî pir giran dimeşe. Lê di van deh salên dawiyê de pêşveçûneke zêde çêbûye. Lê ez di vê baweriyê de me ku Turkiye di van du salên dawiyê de berepaş diçe. Lê belê serokkomar Ebdulah Gul hem di vekirina Parlemanê de û hem jî di 29 Kanûna Pêşî roja Cejna Komarê de axaftineke girîng ji bo azadiya fikrî kiriye.”
Piştre jî Kemal Derwêş behsa rêwitiya serokê partiya CHPê Kemal Kiliçdaroglu kir ku çûye Amedê û hevdîtin bi serokê Belediyê Osman Baydemir re kiriye.
Rojeva Kurd