Qed xelkê Silêmaniyê bêhurmetiyê beramber serkirdeyên xwe nake

 

Duhî roja pêncşemiyê 15.11.2012ê li bajarê Silêmaniyê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê beşdarî di 16-mîn festîvala gelawêj de kir.

Di festîvalê de ku, hijmareke rewşenbîrên kurd ji her çar parçên Kurdistanê û devey welêt beşdar bûn, Nêçîrvan Barzanî peyvek pêşkeş kir û di peyva xwe de 228saliya avakirina bajarê Silêmaniyê jî pîroz kir.

Barzanî gor ku, dîroka bajarê Silêmaniyê gelek ji wî temenî mezintir e, Silêmanî bi çalakî, hişiyarî û kurdperweriya xwe di wî temenî de dîrokeke gelek mezin ji xwe tomar kiriye “jiber hindê Silêmanî her ji serdema Babniyan heta nuha cîyê şanaziya xelkê Kurdistanê ye.

Barzanî, herwesa,  behsa giringiya festêvala salan a Gelawêj kir û got: “Festîvala edebî û rewşenbîrî a Gelawêj buye minasebeke mezin a edebî û rewşenbîrî li Kurdistanê, encamdana festîvalê bi awayekî organîzekirî salan cîyê teqdîrê ye. Hêvîdar im sal bi sal berfirehtir be û bibe minasebeke mezin a edebî û rewşenbîrî a mezin di deverê de, weke festîvalên welatên pêşkeftî li cîhanê.

Serokwezîrê Kurdistanê di berdewamiya peyava xwe de got ku, yekem kes ku pêşniyar kirî bajarê Silêmaniyê bibe paytexta rewşenbîriya herêma Kurdistanê Felekdîn Kakyî bû ku, di dema kabîneya pêncem a hikûmeta herêma Kurdistanê de bû û Kakyî wezîrê rewşenbîrî bû: “Me jî weke hikûmeta herêma Kurdistanê ew pêniyar qebûl kir û pêşkeşî parlamentoya Kurdistanê kir. Herwesa di sala 2010ê de nêzîkî 20 parlamenterên xelkê Silêmaniyê û bajarên din yên Kurdistanê pêşniyar kir ku ew pêşniyara bipaytextkirina bajarê Silêmaniyê pêşkeş kir û me jî piştevanî lê kir û  pêşkeşî serokatiya parlamentoya Kurdistanê kir. Em hêvîdar in ku, bi zûtirîn dem ew pêşniyar bibe biryar û Silêmanî bibe paytexta rewşenbîrî a herêma Kurdistanê.

Serokê hikûmeta Kurdistanê behsa welatparêziya xelkê Silêmaniyê kir û got: “Xelkê Silêmaniyê piştevaniya hemû şoreşgerên Kurdistanê kiriye. Qed adetê xelkê Silêmnaiyê nebû bêhurmetiyê li hember serkirde û şoreşgeran bike. Xelkê Silêmaniyê bû pêşwaziyeke gerim li Simkoyê Şikak kirî, xelkê Silêmaniyê bû bi canê xwe termê pîrozê şêx Mehmûdê Hefîd  parastî û di merasimeke birûmet da veşartî. Xelêk Silêmaniyê bû di dema anîna barzaniyên nefîkirî ji başûrê Îraqê pêşwazî lê kirî û bi her awayî hevkariya wan şoreşgeran kirî. Xelkê Silêmaniyê bû di dema anîna termê her du nemiran mela Mistefa Barzanî û Îdrîs Barzanîê de yek şevê piraniya xelkê Silêmaniyê nexewtin û di pêşwaziya wan de bûn.

Nêçîrvan Barzanî di peyva xwe de behsa rewşa siyasiya Îraqê kir û got: “Em weke hikûmeta herêma Kurdistanê hertim biaşitîçareserkirina pirsa kurd pabend bûn. Ji bo çareserkirina pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê me hertim hewildaye, lê mixabin, rêkeftina Hewlêrê ku, rêya rast ji bo çreserkirina pirsgirêkên Îraqê, bi serperiştiya serokê herêma Kurdistanê,  dana, nahate cîbicîkirin. Herwsa ji bo çareserkirina kirîza Îraqê gudarî li mam Celal nehat kirin. Li şûna wê yekê bi pêkanîna operasyonên Dicle rewş aloztir kir. Mam Celal di rewşeke aloz de çû Bexdayê û digel hemû aliyên siyasî civiya, lê di piraktîkê de xebatên Talebanî hatin astengî kirin.”

Barzanî, di axavtina xwe de, piştevaniya xwe bo mafên rewayên gelê kurd li parçên din yên Kurdistanê dupat kir.

 


 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: