Civak

Profesorê ajan seza wergirt

 

 
Prof. Dr. Sbahi Hemdo, li Xetayê di nava penaberên Sûriyê de li kampa Apaydînê dima. Serokê Sûrî Beşer Esed wî hinartibû Xetayê da ew serleşkerên ku ji Sûriyê direvin û diçin Tirkiyê, bi hin hincetên badayî wan bibe Sûriyê û teslîmê Beşar Esedî bike.

Lê belê Parastina Tirkiyê (MIT) zû xeber wergirtiye ku Profesor li Xetayê têkelî bi hemwelatiyekî Tirkiyê yê hostayê dîwaran bi navê Mursel Almaz re daniye ku Almazî jî zilaman jê re amade bike da kesên xuyanî yên di nava penaberan de birevînin û bibin Sûriyê.

Mursel Almaz  ji Profesorî re 15 kesên ku mubtelayê bi narkomanê  ne peyda kiriye û  Profesor mehane her yekê 1.000 Dolar jî mûçe daye wan.

Li gor ku hatiye ragîhandin, dema ku Profesor lîsteya kesên ku dê wan birevînin daye Mursel Almazi, ji aliyê polîsên Emniyeta Xetayê ve hatiye desteserkirin. Ji lîsteya navan zêdetir, di telefona Profesorî de gelek wêneyên deverên girîng xasma jî yên herêmên leşkerî û yê pir kesan jî derketiye.

Dadgeha Cezayê Giran a Heştemîn li Edenê, pêşî 15 sal seza daye Prof. Hemdo, lê ji ber bêdengiya wî piştre daxistiye 12 sal û 6 mehan û ji bo hostayê dîwaran jî 6 sal û sê meh daye.

Rojeva Kurd

Back to top button