CîhanRojev

Divê mizakereyên bi Tirkiyê bi dawî bibin

Hilbijartina Erdogan li Ewropayê nîqaşên li ser pêşeroja têkilîyên bi Tirkiyê re gur kirin. Pêşniyarên ji bo bidawîkirina mizakereyên Yekîtîya Ewropayê û piştgirîya aborî ya bi şert hatin rojevê.

Bertekên di derbarê serketina Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan de li Ewropayê dewam dikin. Serokê Partîya Gel a Ewropayê (EPP) Manfred Weber, ku ji parlamenterên muhafazakar yên Parlamentoya Ewropayê (PE) pêk tê, diyar kir ku divê êdî mizakereyên endamtîya bi Tirkîyê re bi dawî bibin.

Serokê Giştî yê EPP ku koma herî mezin a Parlamentoya Ewropayê ye, di hevpeyvîna xwe ya bi Koma Medyayê ya Funke re ev pêşniyar anî rojevê. “Ne Tirkiye ne jî YE” Weber, pêşnûmeya xwe bi gotina “Danûstandinên endamtîyê li şûna ku piştgirîyê bide têkilîyên bi Tirkîyê re, têkilîyan asteng dike” parast û got: “Ev çend salên dawîn nîşan da ku hevkarîyek nêz a bi Tirkîyê re girîng e, lê kes naxwaze Tirkîye bibe endamê Yekîtîya Ewropayê. Ne Tirkiye û ne jî YE”. 

Weber, diyar kir ku ji ber armanca aştîya di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de, polîtîkayên koçberîyê, nûjenkirina aborîyê û pirsgirêka Qibrisê pêwîstîya wan bi Erdogan re heye û got: “Divê Erdogan êdî bi lezgînî endamtîya Swêdê ya NATO yê erê bike”.

Back to top button