Polîtîk

Divê Kurd xwe ji bo serxwebûnê amade bike

Mueyed Tayîb Peyvdarê Fraksiyona Hevpeymaniya Kurdistanî dibêje “Dema wê yekê hatiye aliyê Kurdan xwe ji bo pirsa serxwebûna Kurdistanê amade bikin û pêwîste bersîva ewe bidin ku kî rêgire li ragihandina dewleta Kurdistanê”.

Tayîb di derbarê axaftina Samî Eskerî Parlementer û Serkirdeyê Dewleta Yasa ku gotibû em li bendê ne demeke nêzîk de dawiyê bi peywendiya Bexda û Hewlêr bînîn. Tayib ragihand “Eger ev helwest li niyetpakî û bawerbûna bi mafê çarenûsa gelan bê, cihê şanaziyê ye”.

Her wiha got: “Ev cûre daxuyanî ji bo propagandaya hilbijartinê û handana kolana Iraqîne li dijî Kurd heta li hilbijartinan da dengekî zêdetir bi dest bînin. Ew dixwazin wiha nîşan bidin ku Kurd barekî girane li ser Iraqê”.

Mueyed Tayib berdewamiya axaftina xwe de daxwaz ji aliyên Kurdan kir wê babetê bi ciddî werbigrin û got: “Siyasiyên Iraqê dibêjin bila Kurd cûda bibê, her wiha %98 ê xelkê Herêma Kurdistanê deng ji bo serxwebûnê daye, Serokê Herêma Kurdistanê gelek car ragihandiye ku awayê niha ya hukimdariya Iraqê ne guncawe û pêwîste bîr li awayeke din bikin. Ji bo wê yekê pirsiyar eweye kî rêgire li beramber ragihandina serxwebûna Kurdistanê”.

Back to top button