Polîtîk

SHK: Em herdem amadene hevkariya Rojava bikin

Dr Hemîd Derbendî Berpirsê Dosyeya Rojava li Serokayetiya Herêma Kurdistanê di derbarê metirsiya hêzên tundrewê çekdaran ya li ser Rojavayê Kurdistan û daxwaza hevkarîkirina ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Derbendî da zanîn û got: Serokayetiya Herêma Kurdistanê herdem amade bûye û amadeye hevkariyê li birayên xwe yên li Rojava bike. Dûbare dikin hun hemû pêkve bin her wekî li Peymana Hewlêrê li peymana xwe de bin, em amadene her çî ji destên me bê emê hevkariya we bikin. Her hun bi xwe bûn ku we nehişt hevkarî bikîn.

Back to top button