Polîtîk

Barzanî dixwaze hemû aliyên siyasî Hikûmetê de beşdar bibin

Di daxuyaniyekê Dr Umêd Sebah Peyvdarê Fermî yê Serokayetiya Herêma Kurdistanê nûçeyeke heftenameya Awêne ji rastiyê dûr û bê bingeh dide zanîn ku eve jî naveroka wê daxuyaniyê ye:

Berpirsê Jûra Nirxandinê li Tevgera Goran li hevpeyvîneke li gel hejmara 421 ê heftenameya Awêne da behsa ewe kiriye ku qaşo Serok Barzanî pêşniyara Rêkxerê Giştî yê Goran kiriye ku Partî(PDK) û Yekîtî(YNK) û Goran bi bê aliyên îslamiyan kabîneya heştema Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk bînin.

Li vir da raya giştî ya Kurdistanê agahdar dikin ku ev babet tu bingeheke xwe tûneye û ji rastiyê dûre. Serok Barzanî li gel wê yekê daye ku Hikûmetekî bingeha wê berfireh bi beşdariya hemû aliyan bê pêkanîn û aliyên îslamiyên Kurdistanê jî gelek baş agahdarî vê helwesta Serok Barzanî ne.

Dr. Umêd Sebah

Peyvdarê Fermî yê Serokayetiya Herêma Kurdistanê

27.03.2014

Back to top button