Ukranya nûnerayetiya xwe li Kurdistanê vedike

Çavkaniyek ji Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikumeta Herêma Kurdistanê ragihand welatê Ukranya bi niyaze nûnerayetiyek li Herêma Kurdistanê veke û bi vî awayî jî hêsankariyê ji bo pêdana vîze ya wî wilatî ji bo hemwelatiyên Herêma Kurdistanê dikin.

Li gor nûçeyeke malpera Hikumeta Herêmê jî Karwan Cemal Cîgirê Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve bi amadebûna xanim Sweam Cebelî Sekreterê Berpirsê Fermangehê pêşwaziya Anatolî Marînêts Balyozê Ukranya li Iraq û şanda li gel kir.

Li vê hevdîtinê de li ser peywendiya di navbera her dû aliyan û çawayiya pêşxistin û berev pêşve birina wan guftûgokirin.

Nerîna min :