Nivîsar

Divê her kurdek her sala serokê civakî û milî Seîd Elçî bibîrbîne…

Seîd Elçî û hevalên wî beriya 49 salan di 31.05.1971an de ji aliyê Dr. Şivan û hevalên wî de
hatin qetil kirin û şehîd bûn.
Seîd Elçî, dozgerê doza Kurd û Kurdistanê bû.
Ew serokekî civakî û neteweyî bû.
Ew lehengê Doza 49an (1959) û Doza 23’an (1963) bû. Ew li hemberî dadgehên dewleta
kolonyalîst bê tirs bû. Wek serokekî tevdigeriya.
Ew şoperê Serokê Efsanewî Mele Mistefa Barzanî bû. Ew şoperê Kurdistana serbixwe bû.
Loma jî her demê piştgirê Tevgera Rizgarîxwaz ya Başûrê Kurdistanê bû.
Wî, li Bakûrê Kurdistanê di sala 1965an de di dema tarî û tirs de ku kesî nedikarî ji kurdbûnê
qal bike û kurdî qise bike, rûpeleke dîrokû vekir. Wî, bi 4 hevalên xwe ve Partiya Demokrat a
Kurdistana Tirkiyeyê (PDKTê) ava kir.
Dema di sala 1968an de di Doza PDKTê de hat darizandin jî, wek serokekî û lehengekî
neteweyî li ber xwe da. Doza neteweya kurd û Kurdistanê bi egîdî parast. Wê demê Dr.
Şivan gotibû ku “em bi te serbilind in”.
Ew welatparêz û netewehez bû. Ew ji bona ku mirovê dozê bû, ji bona wî hiyerarşiya partiyê
ne girîng bû. Xebat û têkoşîn ji bona wî girîng bû. Loma jî dema ku Parêzer Faîq Bûcak
biryar da ku bibe endamê PDKTê, wî ciyê xwe da Faîq Bûcak û ew bû serokê giştî yê
PDKTê.
Wî di hemandem de dema ku dît ku Dr. Şivan dê “hîn zêdetir fêde bigihîne Doza Kurd û
Kurdistanê” xwest ku ciyê xwe bide wî. Hezar mixabin Dr. Şivan jî, ji wî re xiyanetî kir.
Mirovê Doza Kurdistanê şehîd Seîd Elçî demekê dibe endamê Partiya Demokrat ya Tirkan.
Li Çewlikê jî dibe berpirsiyarê partiyê. Lê dema ku carekê di civînekê de Celal Bayar Seîd
Elçî guhdar dike, biryara xwe dide ku ev kesa Kurdparêz e û li hemberî Tirkan jî kîndar e.
Loma jî piştî demekê pêwendiyên wî Partiya Demokrat diqete û ew ji endamtiya Partiya
Demokrat derdikeve.

Ji aliyê Partiya Demokrat de jî ew bi îdiaya ku Kurdistanê ava bike, di sala 1959an de bi 50
hevalên xwe ve tê girtin û tê hepis kirin. Bi xala îdamê ya Qanûna Sizayê tê darizandin.
Seîd Elçî, piştî wan salan tu wext nafikire ku di nav partiyên Tirkan de kar bike. Her dem di
aqlê wî de avakirina partiya Kurdistanî heye. Ew armanca xwe di sala 1965an de pêk tîne.
Encama xebateke dûr dirêj di nav kesên xwendevan yên Bakûrê Kurdistanê de zêde kesî
nabîne, bi 4 hevalên xwe ve PDKTê ava dike.
Her dem him ji aliyê malbatî de, him ji aliyê eşîretî de, him jî ji aliyê siyasî derfeta wî hebû ye
ku bibe mebûs, lê ji bona ku aşiqê doza Kurdistanê ye; tu wext nafikirê ku ew bibe mebûs.
Ew amadekarê Xwepêşandanên Kurdistanê (1967-69-Doğu Mitingleri) bû û axevtevanên bi
navûdeng yên wan xwepêşandanan bû.
Wek min jî nivîsandiye nêrînên Celal Bayar yên di derbarê wî de gelek balkêş in. Ew jî dibêje
ku ew “kesekî kîndar e.” Ew li hemberî dewleta kolonyalîst ji bona qetlîamên wê “kîndar” bû.
Ew kesekî mirovhez bû.
Lê ew ji aliyê ew kesên pê re qedera xwe kiribû yek û dê bi hev re di rêya neteweyî de
bimeşîyan, ew kesên wî dost û hevalên xwe dizanî, ew bi hevalên xwe ve hatin qetil kirin û
şehîd bûn.
Dr. Şivan û hevalên wî, Seîd Elçî û hevalên wî encama îxtîras û xirsên xwe yên siyasî kûştin
û qetil kirin.
Lê hezar mixabin piştî şehîdbûna Seîd Elçî kurdan, ji bona ku xirabiya Dr. Şivan dernekeve
holê bibîrneanîn.
Beriya 4 salan di derbarê Seîd Elçî û hevalên wî de piştî şehîdbûna wan 45 salan civîneke
bîranîne ji aliyê PDK-Bakur de hat li darxistin. Gor baweriya min e w civîna girîng bû. Ez jî di
wê civînê de axevtevan bûm.
Min di axevtina xwe de vekirî Dr. Şivan û hevalên wî çewa Serokê neteweyî û civakî Seîd
Elçî û hevalên wî kûştine, min qal kir. Ji belgeyê mijarê bi devkî pêş kir.
Şivanparêz dixwazin ku rastiyê veşêrînin. Divê em îzn nedin wan û nekvin feqa wan.
Doza Seîd Elçî û Hevalên wî, dozeke milî ye. Divê her kurdek ji vê dozê re xwedî derkeve.
Divê her kurdek her sal serokê civakî û neteweyî Seîd Elçî wek serokên neteweyî yên
din, Serok Şêx Seîd Efendiyê Pîranî, Xalid Beg, Mele Mistefa Barzanî, Qazî Mihemed,
Seyîd Riza, Îhsan Nûrî Paşa, Şêx Mehmûd Berzencî, serokên din yên netweyî bibîrbîne.

Doza wî ya neteweyî biparêze.

Beşek kurd dixwazin ku ji bona xirabiya Dr. Şivan bê veşartın, Seîd Elçî dixwazin bidin
bîra kirin. Divê em kurd îzin nedin vê xirabiyê.
Serokê neteweyî û civakî Seîd Elçî dema PDKTê avakır, gelek kes û Dr.. Şivan di
himbêza Kemalîstan de bûn.
Beşek kurd, ji bona ku xirabiya Dr.Şivan veşerînin, Serok Mele Mistefa Barzanî,
rêvebiriya otonomiyê dixwazin sûcdar bikin. Ev lîstikeke gelek xerab e. Ev siyaseta dê
xizmetî siyaseta dewletên dagir bike ku dixwazin malbata Barzaniyan û Dewleta
Federe ya Kurdistanê tasfiye bikin. Divê kurd îzin nedin vê yekê.

Lobiya parazvan a Dr. Şivan, dixwazin ku otonomî û dewleta federal ya Kurdistanê
bikin qûrbanê xirabiya Dr.Şıvan. Ew helwesta bi serê xwe xirabiyeke mezin e. Divê
kurd îzin nedin vê siyasetê jî.

Dema ku xirabiya Dr. Şivan bê veşartin, nêrînên wî yên di derbarê serokê neteweyî
Seîd Elçî de rast derdikevin. Ew dibêje ku “Seîd Elçî û hevalên wî mirovê dewletê bûn.
Me, ew, loma gor rêbaz-hiqûqa xwe siza kir û kûşt. Divê em kurd îzin nedin vê yekê.
Dîsa Dr. Şivanparêz dibêjın, heqê we nîne ku hûn ji Seîd Elçî re xwedî derkevın. Divê
bê zanîn ku heqê her kurdekî heye ye ku serokê civakî û neteweyî Seîd Elçî biparêz e.
Lewra ew serokê kurdan û Kurdistanê ye. Ew hêjayiya milî ya Kurdistanê ye.

Diyarnbekîr, 05. 06. 2020

Îbrahîm GUÇLU
([email protected])

Back to top button