Li Kurdistanê 11 milyarder û 5 hezar milyoner hebûn
Li sala 2006 ve sermayedarên Kurdistanê 46 milyar dolar li projeyên nav Herêma Kurdistanê da xerc kirine. Li gor zanyariyên Desteya Veberhênan ew sermayedar pereyên xwe ji bo avadanî û pêşxistina Kurdistanê terxankirine %50 ê wan xelkê parêzgeha Hewlêrin û %50 ê din jî sermayedarên Silêmanî û Dihokê ne.
Li sala 2017 an de 11 milyarder û 5 hezar milyoner li Kurdistanê hebûn. Zêdetirê wan projeyên nîştecîhbûnê dirustkirine. Niha sermayedareke Kurdistanê Bexçeya Ajalan li Hewlêr ava kiriye, proje li ser 200 donim zevî bi 95 milyon dolaran hatiye çêkirin û 180 cûre ajel û balinde têda heye.
Li gor Peyvdarê Yekîtiya Veberhêneran li sala 2017 an de li Kurdistanê 11 milyarder û 5 hezar milyoner hebûn. Li gor lêkolîneke li heman salê da, 5 milyoner hene ku serwet û samanê wan digihe ser 400 milyon dolaran. Ev hejmar jî zêdetire ji hejmara wan sermayedarên ku li her yek ji welatên Îtalya û Holanda ku xwediyê wê qebareya sermayeyê ne.
Li gor lêkolînek % 50 ê sermayedarên Herêma Kurdistanê nîştecihê bajarê Hewlêrê ne û Dihok û Silêmanî jî li pileya duyem û Sêyem de tên. Amarên Desteya Veberhênanê derdixin li sala 2006 ve heta niha, sermayedarên navxweyî bi bihayê 46 milyar dolar li nêzîkî 844 projeyên cûda de sermayeguzariyê kirine.