Polîtîk

Teşkîlatên PAKê Bi Tedbîrên Corona Vîrusê Vedibin

Jiber tedbîrên li dijî xeterîya corona vîrusê me teşkîlatên partîya xwe jibo demekê
girtibûn. Lê piştî 1ê Hezîrana 2020an, li gorî şerdên bajaran em hêdî hêdî teşkîlatên
partîya xwe vedikin. Li hemû teşkîlatan miheqeq divê tedbîrên pêwîst yên
tenduristîyê û yên hîjyenê(Maske, dezenfekte, paqijî, mesafeya dûrbûna mirovan ya
pêwîst û rê li ber girtina qelabalîxîya di nav buroyê de) bêne girtin.

Her teşkîlateke me li gorî şerdên bajarê xwe dê şiklê vekirina buroya partîyê tesbît
bikin. Lê divê em li tenduristîya gelê xwe û hevalên xwe her agahdar bin, dîqet bikin.

Em bawer dikin ew kesên ku dê bêne Teşkîlatên PAKê jî dê pêwîstî û tedbîrên li
himberî corona vîruse bicîh bînin.04.06.2020

Buroya Çapemeni û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button