Nivîsar

Divê hemû kurd li dijî Rejîma Baasê û PKK/PYDê ji rêxistinên Rojavayê Kurdistanê re bibin alîkar…

PKK/PYDê jî, li dijî kurdperwer û rêxistinên Rojavayê Kurdistanê  aşkere û vekirî rawestiya û li cem Rejîma Baasê cî girtin.

Îbrahîm GUÇLU 

LKi Sûriyeyê Bihara Ereban di sala 2011-an de li sînorê Urdunê li bajarê Deraayê dest pê kir. Gel li Deraayê di despêkê de bi awayekî gelek aşîtiyane û sivîl xwepêşandanan dest  xeû mixalefeta xwe diyar kirin.  Pişt re jî li bajarên din yên Suriyeyê xwepêşandanan dest pê kir. Daxwazên gel di xwepêşandanan de, daxawazên civakî û aborî û demokratîk bûn. Daxwazên wan yên siyasî tune bûn. Guhertina Rejîma Baasê jî nedihat xwestin.

Rejîma Baasê gel fahm nekir û daxwazên gel guhdar nekir û ew daxwazên gelek xwezayî û însanî bersîv nekir. Ev helwesta gel ya gelek aşîtiyane û xwezayî wek serhildanê şirove kir. Bersîva gel bi şêdeta mîlîtarîst da. 

Dîsa jî gel demekî dirêj ew helwesta xwe ya daxwazên civakî û aborî û mafên însanî û demokratîk domand.

Gelê Kurd û Rêxistinên Rojavayê Kurdistanê jî her çiqas di destpêkê de xwepêşandan li dar nexistin jî, ji tevgera ku li Deraayê dest pê kiribû re bû piştgir. Li gele Kurd û réxistinên Kurdistanê, guhertina Rejîma Baasê dixwest. Digotin ku “divê Rejîma Baas ji holê rabe û tasfiye bibe, li Sûriyeyê sîstemekî demokratik, pirrpartitî, parlamenter ava bibe. Kurdistan jî Otonom be. Neteweya Kurd hemû mafên xwe yên neteweyî û desthilatdarî û rêvebirî qezenç bike.

                              &&&&&&

PKK/PYDê jî dı destpêkê de li dijî daxwazên Neteweya Kurd û Rêxistinên Kurdistanê rawestiya, ji Rejîmna Baasê re piştgiriya xwe bi her awayî diyar kir. Li Rojavayê Kurdistanê ji bona ku Gelê Kurd li dijî Rejîma Baasê tevnegere û daxwazên xwe yên gelek demokratik û siyasî û mafê çarenivîsiyê nîne ser zimên û deglere neke tevgeriya.

                                  &&&&&&

Gelê Êreb piştî ku Rejîma Baasê daxwazên wan yên demokratik, civakî, aborî bersîv nekir, di mixalefeta Ereb de guhertinek çê bû. Gelê Eereb jî di nav pêvajoyê de biryar da ku daxwazên siyasî bînin ser zimên. Daxwaz kirin ku Rejîma Baasê bê guhertin. Partiya Baasê xwe tasfiye bike, rejim û sîstemeke demokratik, parlamenter, pirr partitî ava bibe. Makezagoneke nû bê çêkirin. Ev makezagona bibe Peymaneke civakî. 

Di nav daxwazên wan de mafên siyasî, civakî, îdarî yên Kurdan û neteweya Kurd tune bu. Ew mafan daxwaz kirin, şik tune bû ku li ser milên Rêxistinên Kurdistanê û kurdperweran bû. Loma jî din av pêvajoyê de livandin û tevgera gele Kurd jî li rojavayê Kurdistanê bi xurtî xwe diyar kir

PKK/PYDê jî, li dijî kurdperwer û rêxistinên Rojavayê Kurdistanê  aşkere û vekirî rawestiya û li cem Rejîma Baasê cî girtin.

                                          &&&&&&

Li Sûriyeyê di nav pêvajoyê de tevgera sivîl û xwepêşandan bi qetlîaman hatin serkûp kirin. Ew jî bû sedem ku li Suriyeyê civat parçe bibe û mirin û kuştin zêde bibe û di navbeyna sivîlan û dewletê de şerê çekdarî dest pê bike. Yanî “Şerê Hûndir” dest pêkir. 

Dewleta Sûriyeyê û rejîma faşist û kolonyalist ya Baasê mecbur bû ku tedbîrên din bigre.

                                           &&&&&&

Tedbîr û çareseriya Rejînma Baasê li hemberî tevgera sivîl ya demokratik û liberal û muhafazakâr; mixalefeta Neteweya Kurd hêzên bi wan re girêdayî tevgerandin bû. PKK/PYD loma çekdar kir, li hemberî mixaleferta giştî ya Sûriyeyê û li hemberî Tevgera Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê û Rêxistinên Kurdistanê bi kar anî.

Rejîma Baasê, PKK/PYD li Rojavayê Kurdistanê hîn bi awayekî xeter bi kar anî û bi cîh kir. Li Rojavayê Kurdistanê desthilatdarî bi wan re parve kir. Riya hîn hêsan meşand, PKK/PYD li Rojavayê Kurdistanê kir eşkıya û dîktator.

Encama siyaset û stratejiya Rejîma Baasê li Kurdistanê çend qat sîstemên zilmê ava bûn. Bi taybetî jî zilm û dîktatoriya PKK/PYD bû esas.

Di wan şertan û desthilatdariya du terefan de bi hezaran Kurd hatin kuştin, pêşiya xebata kurdperwer û Rêxistinên Kurdistanê bi zorê û bi teröre hat girtin. Îzin neda ku Rêxistinên Kurdistanê xebata xwe bimeşînin. Berpirsiyar, qedro û endamên Rêxistinên Kurdistanê hatin recandin, hatin hepis kirin, hatin êşkence kirin, hatin kuştin.

Xala girîngtir zarokên Kurdan revandin, kirin çekdar. Kuştin û dan kuştin.

Ji bona pêşeroja Kurdistabê xeterityekje mezin çêkirin.

Rojavayê Kurdistanê kirin Herêma Ereban.

Li Rojavay Kurdistanê di destpêkê deû heta îro  li hemberî zilm û faşızm û dîktatoriya PKK/PYD û Rejîma Baasê ya hevbeş/mişterek têkoşîneke bê hempa ya Rêxistinên Kurdistanê û gele me heye.

Ev têkoşîna Rêxistinên Kurdistanê û gele me pêş dikeve. Li Qamişloyê û li bajarokên Kurdistanê û li derveyî welêt û bi ytaybetî jî li Ewrûpayê xwepeşandin û tevgerên rureşkirin û protestokirinê ya Rêxistinên Kurdistanê û kurdğperweran gûr dibe û xurt dibe.

Divê hemû Kurd ji têkoşîna Rêxistinên Rojavayê Kurdistanê û Gelê me re bibin piştgir. Mixalefetê gûr bikin. Ew mixalefeta û têkoşîna dê pêşeroja gele me ronî bike û ji çarenivisîya me ya desthilatdarî qezençkirina mafên neteweyî re derfetan çê bike. 

Tetwan, 21. 07. 2024

Back to top button