Polîtîk

“Zerara dorpêça li ser Balafixaneya Silêmaniyê zêdetirî 10 milyon dolaran bû”

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Silêmaniyê Newzad Xefûr, di konferanseke rojnamevanî de ragehand ku, dorpêça Tirkiyeyê li ser Balafirxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê zêdetirî 10 milyon dolaran zirar gehandiye wê balafirxaneyê.

Qebareya lihevguhertina bazirganî ya Tirkiye û Herêma Kurdistanê nêzî şeş milyon dolaran e. Li dû gotina Newzad Ebdula, dorpêça Hikûmeta Tirkiyeyê li ser wê balafirxaneyê bûye sedema sistbûna livîna bazirganî li sinorê parêzgeha Silêmaniyê.

Ebdula tekez jî kir ku, mijara rakirina wê dorpêçê bi hemî wan şandên Hikûmeta Tirkiyeyê re behs kiriye yên ku di dema borî de bi meremên cuda cuda serdana Herêma Kurdistanê kiriye.

Hikûmeta Tirkiyeyê li roja 08.06.2024, dema rawestandina geştên xwe yên asmanî bi Balafirxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê re heta roja 07.12.2024ê dirêj kir.

Pêştir Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyeyê Tanju Bilgiç ji medyayan re ragehandibû ku, di çarçoveya zêdebûna çalakiyên “rêkxitina teroristî ya PKKê” de li Silêmaniyê, herwesa çûna wê rêkxistinê bo nav balafirxaneyê û wesa jî gefkirina li ser ewlehiya geştên asmanî, hikûmeta Tirkiyeyê biryara rawestandina geştên xwe yên asmanî da.

Back to top button