Polîtîk

Divê hemû aliyekî alîkariya serokwezîrê nû bike

Li gora ku ajansa AKnews radigihîne, Serokwezîrê  Herêma Kurdistanê Berhem Salih, di civîneke çapemeniyê de li bajarê Silêmaniyê diyar kir, em wek yekitiya niştimanî ya Kurdistanê (YNK) digel PDKê rê ketine ku her 2 sal carekê serokwezîrî bê guhertin, niha 2 salên me bi dawî bû, lê biryar hat dayîn ev pevguhertin dawiya 2011ê pêk bê.

Salih, got, ew hevalê ku piştî min dibe serokwezîrê Herêma Kurdistanê, divê ji aliyê hemû aliyekî ve bê piştevanîkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, derbarê girêbestên neftê yên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî got, bi baweriya şîrketan, ew girêbest li gorî destûra Iraqê û yasaya neft û gazê ne û berjewendiya xelkê Iraq û Kurdistanê tê de ye. nêrîna me digek hinek aliyên siyasî li Bexdayê cuda ye û niha em li ser vê yekê gotûbêj dikin bo çareseriya van arîşeyan.

Berhem Salih, wiha axivî, “Heke hinek kes li Bexdayê hizir dikin ku me dest ji mafê xwe berdaye, xelet difikirin û bila carekî din destûra Iraqê bixwînin.”

Serokwezîr Salih, derbarê arîşeya topbarana deverên sînorî yên herêmê ji aliyê Tirkiyê ve jî got, hewlên me bo çareseriya vê arîşeyê didome. Em dixwazin vê arîşeyê bi şêwazên aştiyane çareser bikin. Em naxwazin tu hêzek li vir êrişê li dijî welatên cîran bike. Divê welatên cîran jî bizanin ku ev arîşe bi tundî û şer çareser nabe.”

Back to top button