Doza lêborînê helwestek erêniye
Dîroka avakirina cumhuriyeta Tirkiye li ser imha û red kirina kurdan hatiye avakirin. Di dema avakirina cumhuriyetê de Kurda bi hemî awayî mil dan Tirkan û li gel wan şer kirin.Kurdan dizaniya ku dema Tirkiye azad bibe dê ew dewleta bê avakirin dewleta Tirk û Kurdan be. Lê bi Tirka xiyanet li Kurda kir. Kurd bi tu awayî nekirin şirîkê cumhuriyeta nû. Herweha ji bo neteweyê kurd bihelînin hemî metodên hovana kar anîn.
Tirka qanûnên koçberiyê derxistin ji bo kurd cihê xwe, erd û cografya Kurdistanê terk bikin. Zimanê kurdî bi hemî awayî qedexe kirin da ku zimanê kurdî winda bibe û taybetmendiya herî girîng ya netewetiyê têkherê. Bi hemî awayî ji bo Kurdan bikin Tirk û yên nebin Tirk jî bêne imha kirin her tişt kirin û bi sedan qanûn derxistin da ku, hemî hovitiya li dijê kurda dikin meşrû bidin nasandin.
Kurda li himber vê zilm û zordariyê berxwedan û li dijê hovitiya Kemalist a dewleta Tirk serîhildan. Ji avakirina cumhuriyeta Tirk gelek serhildanên Kurdan çêbûn. Dersim jî yek ji van serhildana bû.
Ji sala 1924-ê heta sala 1938-ê li Kurdistanê 21 serhildan çêbûne hemû jî bi hovitî bi qirkirinê hatine sekinandin. Deverek li Kurdistanê tuneye ku serpêhatiyên hovitî û qirkirina dewletê lê tunebin. Ji bo rûyê Cumhuriyeta Tirk yê rast bê naskirin pêwiste hemî qetlîamên bi plan û proje li Kurdistanê çêbûyîn bêne zanîn û hovitiya dewletê ji bo cîhanê û mirovatiyê bête ragihandin.
Ji berî hilbijartinên hezîrana 2012-ê pirsa bûyerên Dersimê gelek hate gotubêj kirin. Taybetî piştî Kemal Kiliçdarogluyê ji Dersimê bû serokê CHP-ê ev yek behtir bû babetek ya rojevê. Serokwezîrê Tirkiye Erdogan bi gelek minasebeta behsa bûyera Dersimê kir.
Erdogan civînek ya partiya xwe de cardin behsa bûyera Dersimê kir û hinek belgeyên ku di arşîva serokwezareta Tirkiye de di derbarê qetlîama Dersimê de eşkere kirin. Ev belge dihatin zanîn lê eşkerekirina wan bi zimanek fermî gelekî girîng e.
Herweha Erdogan wek berpirsiyarê qtlîama Dersimê CHP û zihniyeta CHP-ê dibîne. Raste CHP partiya Ataturk û Înonuye. Partiya îdeolojiya fermiye. Heta sala sala 1946-ê tenê bi serê xwe bû her dem ew li ser hukum bûn. Yanî partiya dewletê ya fermî bû. Mixabin heta wek îro jî CHP vê zihniyeta xwe berdewam dike. Bi vê gotina xwe Erdogan xwe wek warisê qonaxa yek partitiyê, yanî ya dema CHP-ê nabîne.
Lê erdogan wek serokwezîrê Tirkiye bi zimanek fermî ji bo bûyerên Dersimê li himber raya giştî doza lêborînê kir. Bi vê jî Erdogan xwe warisê dewletê dibîne û li cumhuriyeta yekem heta redeyekî xwedî derdikeve.
Ev daxuyaniya Erdogan, helwestek baş bû. Bi navê dewletê tawanên dewletê li himber miletê kurd kirîn bi vî awayî bi zimanên fermî bê gotin û dewlet di derbarê pirsa kurd de li xwe mikur werê girîng e. Ev dikare bibe sedemek ya baweriyê di nav miletê kurd û tirk de jî. Dê bi awayekî çareseriya pirsa kurd jî hesanî tir bike.
Komkujiyên li dijî kurdan hatîn kirin di arşîvê dewletê de taybetî yên di dema cumhuriyetê hatîn kirin gelek bi nehînî weşartîne. Eşkerekirina van belgeyên di arşîvan de çikas hovitiya dewleta Tirkiye û îdeolojiya wê ya fermî bide nîşandan ewkas jî rê ji bo baweriyekî civakî jî vedike.
24.11.2011
Dara Bilek
Ji bo hovitiya îdeolojiya fermî ya dewleta Tirk, çend gotin ji raporên berpirsên dewletê di derbarê komkujiya Dersimê de.
Sal 1925. Di projeya reforman li şerqê de:
“ Li bajara û qezeyan di ofisên hukumet û şeredariyan de û dezgehên din yên hukumî de, dibistana, li bazara li her derî tê îlankirin ku; Yên ji bilî Tirkî zimanek din kiset bikin dê bêne cezakirin. Divê rojek zûtir pê ku Dersim tevlî kurditiyê bibe bête azadkirin“
Sal 1930. Wezîrê Dadê Mahmut Esat Bozkurt dibêje:
“ Baweriya min û fikra min ewe ku,ev welat bi xwe Tirk e. Heçî ne Tirkên esîl bin mafêk yê wan heye. Ew jî bibin xulam û bibin kole.“
Sal 1925. Serokê parlementoyê Abdulhalik Renda di rapora xwe ya şerqê de dibêje:
“Li hinek wilayetên rojavayê Firatê kurd bi awayekî belave cih bûne, divê em wan bikin Tirk… Ji bo vê divê em 10 salan hukmê avarte(Urfî) ragihînin…“
Sal 1926.Ji rapora Mufetişê Mulkiyê Hamdi beg:
“ Çikas diçe Dersim dibe Kurd.Tehluke jî mezin dibe. Dersim ji bo cumhuriyetê pirzikik e. Divê li ser vê pirzikê ameliyatek bête kirin , da ku ew ihtimala encama tehl ji holê bête rakirin.“
Sal 1930.Serokwezîr Îsmet Înonu, 31-ê Tebaxê sala 1930-ê ji Miliyetêre dibeje:
“ Li vî welatî tenê Tirk dikarin doza mafên nijadî bikin. Wek din, ne mafê kesekiye doza tiştekî bike“
Sal 1931.Ji Rapora Serokfermandarê Tirkiye Fevzî Çakmak:
“ Dersim cahil e. Divê iskana icbarî bête karanîn. Divê desthilatdariya welatên dagirker bidin kardestên dewletê. Divê Tirkitiyê bidin qebûlkirin. Divê memurên kurd ji herêmê bêne dûrxistin. Şoreş bi nermî sernakeve. Midexeleya hêzên çekdar dê bandora xwe baştir bike û wê bibe bingehê pêkanînek baştir.Divê kurditî di nav civata Tirk de bête helandin.“
Sal 1932. Ji rapora wezîrê navxwe Şukru Kaya :
“ Divê em xelkê Dersima Bakur koçberê rojhilatê bikin. Ji berî operasyona leşkerî destpêbike divê hemî çekên di destê xelkê de bêne kom kirin. Memurên ji herêmê(yanî Kurd) hemû sîxurin. Divê em fêrî Dersimiyan bikin ku eslê wan Tirk e. Divê manawrayên perwerda balafiran li ser asmanê Dersimê bêne kirin.“
Sal 1940. Ji rapora CHP-ê:
“ Divê em Kurda bikin Tirk. Pirsa kurd pirsgirêka Tirkiye ya herî girîng e. Mercê asimîlasyonê yê herî girîng hînkirina zimanê Tirkiye.“
Sal 2010. Serokwezîr Erdogan dibeje:
“ Sala 1938-ê,li Dersimê 50 hezar kes hatine qetil kirin“