Kultur

Daxuyaniya Dengê Kurdistanê

Wek tê zanîn, ev demek e, vekirina malpera me li Tirkiyê ji xwendevanan re hatiye astengkirin. Heta nuha jî, dema xwendevan li ser navnîşana malperê ditikînin, notekî “Serokatiya Telekomunikasyonê” dibînin. Li wir tê ragihandin ku li gor biryara “Dadgeha Cezayên Giran ya Istenbolê” ya roja 04.08.2011-a, malpera www.kurdistan.nu hatiye astengkirin..

Malpera Dengê Kurdistan ya ku ev 12 sal in, siyaseta xwe ya ji bo çareserkirina pirsa kurd li ser bingehê wekheviyê dimeşîne, hinek der û doran aciz dike. Di zemanê vê biryara astengkirinê de, vegera Kemal Burkay wek sedemekî bi taybet xuya dibe.  Ji ber ku nûçe û nivîsên li ser vegera Kemal Burkay û eleqeya mezin ya ku ji Burkay re hat nîşandan, di malpera me de bi awayekî fireh cîh girt û digre. Loma ew dixwazin bi astengkirineke weha pêwendiyên gel ji malperê qut bikin.

Îro li Tirkiyê sazûmana edaletê hîna jî wek yek ji astengên herî mezin li dijî  azadiya ramanê tevdigere. Sazûmana kevnare dixwaze bi rê û metodên paşdamayî bigihêje armanca xwe.

Zordest û neyarên gelê kurd ji bîr dikin ku, îro, di dewra teknîka înformasyonê da, pêşîlêgirtina ragihandinê ne çare ye, ne jî mumkun e!
Ew qedexeya ku li ser malpera me heye, wê hîna çiqasî dewam bike em nizanin, loma me pêwîst dît ku em bi navnîşaneke nû ya web-ê malperê belav bikin. Navnîşana malperê ya nû www.dengekurdistan.nu ye.

Malpera Dengê Kurdistan ya ku 12 sal in di weşangeriya kurdî de xwedî ciyekî taybet e, wê ji vir şûnda jî bi helwest û biryar riya xwe bidomîne.

TÊBINÎ:
-Em hêvîdar in hemû malperên dost û welatparêz lînkê malpera www.dengekurdistan.nu .nu  di nav lînkên xwe de biweşînin. Em ji nuha ve spasiyên xwe pêşkêşî wan dikin.

Dengê Kurdistan

Back to top button