Hûnermendên Behdînan hatin xelatkirin

Bi mebesta pîrozbahiya salvegera tîpa Hunerî û Rewşenbîriya Sersingê, bi amadebûna rêvebiriya giştî ya rewşenbî û Huneriya Duhokê, 17 hunermendên navdar yên devera Behdînan û damezrînerên Tîpa Huneriya Sersinkê dê di ahengekê rêzlêgirtinê de bêne xelat kirin.
 

Dilşan Musa berpirsê navenda Sersingê ya Hunerî û Rewşenbîrî li devera Amêdê bo ajansa Peyamnêr ragihand: Me weha hêjayî dît ku di salvegera damezrandina tîpa Huneriya Sersingê di ahangekî de pêkbînin û tê de, 17 hunermendên naskirî û damezrînerên vê Tîpa çalak ya Sersingê, weke kesayetên mina Nisret Mihemed Hesen, Erdewan Zaxoy, Şakir Mihemed Emîn, Şeban Silêman û hijmareke hunermendên din di vê ahengê de xelat bikin.

Dilşas Musa berdewambûna axavtina xwe de got: Ev ahang bi amadebûna rêvebirê giştiyê rewşenbîrî û Huneriya Parêzgeha Duhokê, û Îmad Mihemed endamê parlementa Kurdistanê rêvebirê devera Sersingê û hijmareka zora hunermendên devera Behdînan li Sersingê ya gozarî tê sazkirin, herweha çendîn hunermendên deverê bi sitranên xwe aheng geş û bi coş dikin.

Nûçe:Ebdula Elî

Nêrînek

  1. Merhema dilê min Ala rengîn bi ser bajareên Kurdistan ê da werê hildan û li bakevê! Ala netewa Kurd hemû dijminên me dikê har û dîn! Ala netewa Kurd bûyê şîşeke ku di agirda sor bûyê û xwe berdayê dilê dijminên Kurd! Dijminên ji ber şîyar bûyîna gelê Kurd xew nakevê çavan û bûne wekî mirîşkê serî jê kirî! Ji bo ku Kurd bi ser nekevîn, kûna xwe dane desthilatane! Dijminê me bimrê ji mayînê wan çêtire. ji bo ku kesayetî bi dijminên Kurd re nemayê!\nBerxwedan jîyane û jînê dudê netewên bindest. Jîyana bê kesayet mirin pirr û pirr jê çêtire! Ji bo ku em Kurd li rûyî cîhanê û li ser axa xwe jîn, bibin bi zanistî berxwedan pêwîste! Ez Helbestvanê gelê Kurd banî keçû xortên Kurde cîwan dikim ku serî li ber dijminan xar nekin!\n\nFeqîr Ehmed.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: