
Rawêşkarê serokê Amerikayê yê di derbarê asayişa Netewî de Jeffrey Gordon da xûyakirin ku divê Fethullah Gulen teslimê Tirkiye bikin.
Jeffrey dibêje : Gulen ji bo ewlehiya Amerikayê jî tehdîdeke.
Jeffrey Gordon di dema hilbijartinên serokatiya Amerikayê de rawêşkariya Trump dikira. Li Amerikayê panela ku bi navê “ Şirêkatiya ewlehiya Tirkiye û Amerika û zehmetiyên heyîn“ de panelek hate li darxistin. Jeffrey Gordon di vê panelê de axivî û got: Fethullah Gulen ji bo ewlehiya Tirkiye û Amerikayê jî tehdîdeke.Divê di cih de teslimê Tirkiye bête kirin.Nabê em rêxistinekî ku hevpeymaniyê me yê NATOYê tehdît dike biparêzin.
Herweha Gordon behsa çalakiyên gruba Gulen yên li Amerikayê jî kir û da xûyakirin ew tehdideke li ser Amerikayê jî.