Cîhan

Nêçîrvan Barzanî pêşwazîyê li Balyozê Armenistanê dike

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 24.10.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Karîn Girîgoryan Balyozê Armenistanê li Îraqê û şandeya pê re ku bi armanca bidawîhatina wezîfeya wî li Îraqê û ji bo xatirxwastinê serdana serokwezîr kiribû, kir.

Girîgoryan sipasiya piştevaniya hikûmeta herêma Kurdistanê kir û got ku welatê wî dê li ser pêşdebirina têkeliyên navbera Kurdistan û Armenistanê, bi taybetî di warê bazirganî û kulturî de, berdewam be.

Nêçîrvan Barzanî kar û çalakiyên Balyozê Armenistanê li Îraq û Herêma Kurdistanê bilind nirxandin û hêvî kir ku di karê xwe yê nû de serkeftî be. Barzanî xwesteke Herêma Kurdistanê nîşan de ku dixwaze di hemû waran de têkeliyên bi Armenistanê re pêşde bibe.
Rewşa herêmî bi giştî û çend pirsên peywendîdar bi pirosesa siyasî li Îraqê û herêma Krdistanê di civînêde hatin behis kirin.

Back to top button