
Hukumeta Iraqê ya nû hat avakirin û serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî listeya wezereta radestî parlementoyê kir. Parlementoya Iraqê yek bi yek baweriyê dide wezîran. Di Lîsteya wezîran de 3 wezîrên kurd hene û ew jî endamê PDKê ne.
3 wezîrên Kurd hene. Bo Wezareta Darayî Dr. Fuad Husên, bo Wezareta Avedanî û Nîştecikirinê Bengîn Rêkanî û bo Wezareta Bajarvaniyê jî Newzad Hadî di wê lîsteya pêşkeşkirî de cih digirin.
Ji wan wezîrê Darayî Fuad Huseyn, wezîrê Avedanî û Nîştecikirinê Bengîn Rêkanî û Wezîrê Bajarvaniyê Newzad Hadî ye.
Lîsteya kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê ev e:
Wezîrê Derve: Mihemmed Elî Hekîm
Wezîrê Navxweyî: Falih Feyaz
Wezîrê Berevaniyê: Haşim Deracî
Wezîrê Darayî: Fuad Husên
Wezîrê Avedanî û Nîştecikirinê: Bengîn Rêkanî
Wezîrê Bajarvaniyê: Newzad Hadî
Wezîrê Neftê: Samir Xezman
Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî: Basim Rûbeî
Wezîrê Ciwanan û Werzîşê: Ehmed Ubeydî
Wezîra Dadê: Esma Sadiq
Wezîrê Gihandinê: Dr. Neîm Rûbeî
Wezîrê Rewşenbîriyê: Hesen Rûbeî
Wezîrê Perwerdehiyê: Seba Xeyredîn Taî
Wezîrê Bazirganiyê: Mihemed Haşim Casim
Wezîrê Plansaziyê: Eyad Samerayî
Wezîrê Xwendina Bilind: Quseyî Suheyl
Wezîrê Ragihandinê: Ebdulla El Malikî
Wezîrê Çandiniyê: Salih El Hesenî
Wezîrê Çavkaniyên Avê: Cemal El Adilî
Wezîrê Pîşesaziyê: Salih Cibûrî
Wezîrê Elektrîkê: Lueyd Xetîb