“Divê gelê Kurdistanê li hember provakasyonan hişyar be”

 HAKPAR, PAK,PDK-Bakûr, PDK-T îro(12.06.15) ji bo şermezar kirina wan provakasyonên ku li Amedê rûdidin û jibo bal kışandin û hişyarbûna gelê me, li Amedê li ber AZC Plazayê di bin alayên Kurdistanên de daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyanîya Kurdî ji alîyê endamê rêveberîya rêxistina Amedê ya PAKê Bariş Kadirhan ve hate xwendin.Daxuyanîya jibo çapemenîyê: Divê Gelê Kurdistanê Li Hember Provakasyonan Hişyar BeLi Amedê ewilî Serokê Komeleya Yeni İhya Derê Aytaç Baranê ku alîgirê HUDA-PARê paşê jî, 3 welatîyên ku alîgirên HDPê nin bi êrîşên çekdarî hatin kuştin.Hinek welatî û xebatkarên çapemenîyê jî tûşî êrîşan bûn.Gelek welatî û xebatkarên çapemenîyê birîndar bûn.Em van hemû êrîşan şermezar dikin.Xwedê rehma xwe li her çar welatiyên ku hatine kuştin bike. Em sersaxî, sebir û metanetê ji malbat û naskirîyên wan re dixwazin û ji birîndaran re jî saxî û şîfayê dixwazin.Hêzên tarî careke din dixwazin şerê navxweyî derxînin û bi vê jî dixwazin têkoşîna azadîya gelê me lawaz bikin, tevlihevîyekê derbixînin.Hêzên dewletê wek temaşevanekî li van rûdanan dinihêrin. Tecrûbeyên me gelek caran nîşan daye û îspat kiriye ku, şopa provakasyonên bi vî rengî digihêje hin hêzên tarî yên di nav dewletê de ne.Jiber vê yekê jî, divê dewlet bêyî şik sûcdarên van êrîşan aşkere bike.Tecrûbeyên gelê me yên di derbarê şerê navxweyî de gelek in. Û van şeran mixabin bûne sebebê kuştina bi hezaran xuşk û birayên me . Û di her şerê navxweyî de ji bilî gotin û daxuyaniyan mixabin tu tişt nayê kirin.Divê gelê me û hemû partîyên siyasî û dezgehên sivîl li himber van provokasyonan helwesteke yekgirtî bigirin. Divê em rê nedin, lihîstikên dijminên gelê Kurdistanê.Divê dezgehên mayînde yên ku ji hemû alîyan civatê ve bê qebûl kirin bê damezrandin û ev dezgehan, bikaribin rê li ber van provakasyonan û şerên navxweyî bigirin.Divê her kes di vê derbarê de berpirsiyarîyên xwe bi cîh bîne.Em piştgirîya helwesta HDPê û HUDAPARê dikin ku banga sikûnetê kiribûn. Divê gelê me li himber van provokasyonan hişyar bin.12.06.2015HAK-PAR PAK PDK-BAKURPDK-T

Nêrînek

  1. Ew provokasiyonen berî hilbijartine û pistî hilbijartinen ran jÎ ji aliye ceteye îslamî DAIS va teye kirin û dikarim bejim hamû medya û tv ji bo we nûceyên ûsa belav dikêne. Taban li goriye we jî ew ceteye îslamî DAIS û hamû daxwaziye wanan jî ji aliye Tirkiye van teye amade kirin û ji aliye Tirkiye van teye alîkariye kirin. Medya gelek nûce belav kirine û ew cete ji ser herema Bakûr û rojavayê Kurdistan’ê ra debasî Sûrîye û rojavayê Kurdistan’ê dibine. Taban sebebe we jî eskereye hûkûmet naxwaze me partîyêka Kurd li Meclîsa Tirkiye amade bibe, ji bo we jî li dijî HDP û PKK ran ew provokasiyonun ûsa teye kirin. \r\nJi bo ew gotinen min ra ez dikarim nûceka rastiyên jî bejim; Min em roj li rojnameyeke nûceka gelek bê rastêye wergirtiye û ew daxwaziye ceteye îslamî ISID van bê dû TIR van derbas bûna û ew TIR’ê soforên van hûrdan jî li goriye we tistên rast dibijine û ew tiving û xwarin û tisten din tawayî hamû wana bi TIR’ê van derbasî aliye din kirine.\r\nÊdî hamû tist eskereye li goriye nerîna min, bangeka min li hamû Kurdistan’ê yên ra heye, derek ji bo we me ew nûceye rastî bighînin Amerika û YE û PE. Eger xebateka ûsa ware mesandin, ewana dikarin ji bo we pirsan ji Tirkiye bikin, derek ji bo we xebatekêka bas ware mesandin.

Nerîna min :