Polîtîk

Di nav Bexda û Hewlêr de diyalog pêwîste

Li Kurdistanê Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê pêşwaziya  Dr Fuad Me’sûm Serok Komarê Iraqa Federal kir.Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emniya Iraq û navçeyê û her wiha hereşeyên terorîstan li ser Iraq û Kurdistan û navçeyê xistin ber behs û guftûgoyan û behsa rola girînga hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Iraqî ya li rûbirûbûna terorîstan û dabînkirina aramî û asayîş ji bo hemwelatiyan û yarmetîdana koçberan kirin.Her li vê hevdîtinê de tekez li ser pêwîstiya nêzîkbûna pêkhatên Iraqê û xistinegerê hewlên ji bo aştîvaniya di navbera pêkhatên civaka Iraqê kirin. Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta navendî mijareke dinê vê hevdîtinê bû û têda bi navê çareserkirina kêşeyan her dû alî berdewamiya guftûgo û diyaloga li navbera Hewlêr û Bexda bi pêwîst zanîn.Rewşa jiyana koçber û penaberan beşekî dinê civîna her dû Serokan bû û tekez li ser ewe kirin ku hewlên ji bo pêşkêşkirina zêdetirê alîkariya navdewletî û dabînkirina alîkarî û yarmetiya ji bo koçberan bikin, bi taybetî ku hejmarekî zêdeyê koçberan ji navçeyên cûda cûdayên Iraqê xwe spartine bajarên Herêma Kurdistanê û yarmetîdan û hewandina wê hejmara zêde ne di şiyana Herêma Kurdistanê da ye û pêwîste dezgehên peywendîdarên Iraqê û civaka navdewletî bi awayeke ciddîtir bi dengê wê kêşeyê ve bên.

Back to top button