Divê ENKS û TEVDEM li ser pirojeyek netewî li hevbikin

0
110

Remezan Kêvilî di bersiva pirsên Rojevakurd de dibêje: Bi dîtina min Amerîka meydana Suriyê ji bo welatên dî çol nake, lê ev çende weke destpêşxeriyekê ye ku hêzên dî jî ji Suriyê bihên vekêşan daku rewşa wê aram bikin.

Rojevakurd: Li Rojavayê Kurdistanê derfetek dîrokî xûya dike. Kurd jî ne yekalîne. Bi dîtina we çi pêwiste bê kirin ji bo ev derfet ji dest neçe?

Remezan Kêvilî: Pêwîste kurd xwedan stratejiyek neteweyî bin li Rojavayê Kurdistanê, çunikî guherîn zû û bi lez li Suriyê dihên encam dan, lêktêgehişitina hemî aliyên kurdî li ser pirojeyek hevpşik ku debrînê ji pirsa kurdî bike gelek giring e. Pêwîste ji bo paşeroja Suriyê, taybet ji layê destûrê  ve kurdan nûnerên xwe hebin  ji bo çespandina şêwazek guncayî yê siyasî ku li gor rewşa Rojava bigunce  û baştirîn çareserî jî zivrîne ji bo rêkeftinên Duhok û Hewlêrê ..

Vekişandina hêzên Emerîkî çi bandorê li herêmê dike û bi taybetî ji bo Rojavayê Kurdistanê çi senaryo hene?

Diyare opşinên her welatekî hemberî rewşa Surêyê cuda cuda ne û Amerîka baş xandina rewşa Suriyê kiriye. Bi dîtina min Amerîka meydana Suriyê ji bo welatên dî çol nake, lê ev çende weke destpêşxeriyekê ye ku hêzên dî jî ji Suriyê bihên vekêşan daku rewşa wê aram bikin .. Û heta niha jî daxuyaniyên berpirsên Amerîkayê ji hev cudane.. Helbete eger ew hêz bihêne vekêşan bêy careserya kêşeyên Suriyê, guman têda nîne ku rewş dê aloztir lê hêt û welatên herêmî dê rolek xirab bînin, taybet Tirkiye ..

ENKS ji destpêka şoreşa Surî ve, bi opozîsyona Surî re ye û bi wê re peyamek jî  îmze kiriye. PYD/TEVDEM jî ji destpêkê ve û heta niha bi rejimê re ye. Li gor we ji van hêzan çi tê xwestin?

Heta niha daxwazên kurdan nehatîne famkirin ji aliyê civaka navneteweyî ve û dabeşbûna gotara siyasîya kurdî karîgeriya xwe ya xirab hebûye .. Lewra ji ENEKS  û TEVDEM ê dihêt xastin pirojeyekê neteweyî ku,  li gor qurbanî û pirsa kurdî li Suriyê minasib be, durst bikin

Bandora hêzên navnetewî û yên herêmî li ser pêşeroja Suriye bûye yekem, gelo di vî warî de kurd dikarin çi bikin û çewe sudê ji vê rewşê bigrin ?

Her li destpêka şoreşa xelkê Suriyê, ne bi tenê kurd dabeşbûn li ser du pirojeyên jêk cuda, lê belê gotara siyasîya ereb û xelkê dî yê Suriyê jî hat dabeşkirin li gor siyasetên welatên xwedî seng di pirsa Suriyê da, û bi tewawî du bereyên jêk cuda hatin durst kirin. Welatên herêmî ji bo cêbecêkirina pirojeyên xwe pişitevanî li layenên siyasî û leşkerî dikirin û qonax bi qonaxê gorankarî li ser nakokiyên wan hatin. Nimone, pirojeyê Tirkiyê bi tewawî hat guhurîn belku maytêkirina leşkerî jî li Efrînê encam dan û Suriya bû welatek vekirî ji nskokiyan ra, hem dinavbera welatên herêmî û hem jî navbera wlatên zilhêz mîna Amerîka û Rusiya .. Dibe ku her welatek destberdarî hindek daxwazên xwe bibe ji bona parastina berjwendîyên xwe û careserya kêşeya Surîyê .. Û xiyaratên li ber destê çêkerên biriyarê li piraniya welatên nakok hatine guhartin.

 

Nerîna min :