Cîhan

Divê Emerîka gelektir şerê DAÎŞ bike

Siyasetmedar, pispor û yatbetî hinek senator dixwazin di pirsa Kurdistanê de li dijê DAIŞ Emerîka hêja bi aktîftir şerê DAÎŞ bike.

Yek ji wan kesan senatorê navdar John McCain e.

John McCain ji bo pirsa DAIŞê ji ajansa Reutersê got: Divê hêzên asmaniyên Emerîka li dijê DAIŞê êrîşên xwe yên asmanî zêdetir bikin.Heta divê li baregehên wan yên li Suriye jî bombebaran bikin.

Herweha senatorê Emerîkî di derbarê serjêkirina rojnemevanê Emerîkî ji aliyê DAŞê ve got: Weneyên serjêkirina rojnemevanê Emerîkî bandorekî zêde li civata Emerîkî dike. Ji bo vê jî êrîşkirina Emerîka li Suriye jî li dijê DAÎŞê gelekîgirînge.

John McCain berdewamiya axavtina xwe de dibêje: Em dizanin gelek çekên giran yên hêzên Iraqê di destê DAÛŞ de hene û hinek ji wan veguhaztine Suriye.

John McCain daxwaz ji hukumeta Emerîka kir ku pêşmergeyên Kurdistanê pirçek bike.

Back to top button