Polîtîk

Hikûmeta Kurdistanê sipasiya civaka navdewletî kir

Hikûmeta herêma Kurdistanê sipasiya civaka navdewletî dike û di nameya xwe ya sipssiyê de dibêje:

Hikûmeta herêma Kurdistanê sipasiyên xwe pêşkeşî bi serok Obama dike û biryara encamdana êrîşên asimanî li dijî hêzên tariyên DAÎŞ ku xelikê bêtawan li Kurdistanê û mînorîteyên dêrînên Îraqê weke; êzidî, mesîhî, şebek û grûpên din yên biçûk dikuje, talan dike û derdixe, bilind dinirxîne. Em ji navçûna wan mînoriteyna û olan ditirsin eger demildest êrîşên rêxistina terorîstiya DAÎŞ nehên rawestandin. Em ditirsan ku, tevkujiyeke sertaserî dijî van grûpên bêdesthilat encam bidin. Herwesa em ji wê yekê ditirsan ku, îdeolojiya nemirovaneya kuştin û serbirînê bibe gef li ser hebûna Kurdistanê ku, li Îraqê êkane herêma biîstîqrar, demokratîk û bitolerans e.

Em sipasiya wan hemû mêr û jinan dikin yên ku, di sopaya Amerîkayê de êrîşên yekalîker li dijî hêzên terorîstên DAÎŞê encam didin. Em pir ji dil sipasiya civata karûbarên derve ya Yekêtiya Ewropayê dikin bo wê biryara ku, rê ji welatên endam di wê Yekêtiyê de û nûnerên wan li Hewlêrê ji bo dabînkirina alavên leşkerî bo hikûmeta herêma Kurdistanê dide.

Hikûmeta herêma Kurdistanê hevkariyên mirovî  û piştgiriya siyasî û diplomasiya welatên Amerîka, Fransa, Birîtaniya, Îtaliya, Kanada, Norvêj, Tirkiye, Îran, Îmarat, Poloniya, Komara Çekê, Macaristan, Austiriya, Japon, Urdin, Civta Asayîş û ajansaên Neteweyên Yekgirtî ku pêşkeşî bi herêma Kurdistanê dikin, bilind dinirxîne.

Ew kiryarên rêxistina terorîstiya DAÎŞ li dijî mînorîteyên Kurdistan û Îraqê encam dide, kiryarên dirindane ne. Bi qenaeta me,  piştî êrîşên Sedam bo ser xelkê sivîlê kurd di salên 1988 û 1989ê de bi çekê kîmiyayî, weke xelkê bajarê Helenceyê, ev hovtirîn kiryare em dibîn in. Me têra xwe şer, kavilkirin û malwêranî dîtiye, dema bi sedhezaran ji kurdan û mînorîteyên din ji tirsa rijêma berê ya Îraqê di bihara sala 1991ê de ber bi tixûbên Tirkiye û Îranê çûn. Me têre xwe mirov qurbanî dane û bindestî, komkujî, jênosîda û malwêranî dîtiye, dema rijêma jinavçûyîya Sedam di sala 2003ê de li ser kursiya hukimdariyê hat êxistin. Van kiryaran bi bîra me anî ku, hêşta derdûrên me bi hêzên tarî yên tu qêmetê nedin jiyana mirovan, dagirtîye.

Rêxistina terorîstiya DAÎŞ û êrîşên wan yên hovane li dijî mînorîteyan û olan gefê li hebûna wan mînorîteyên bêdesthilat li Şingalê û devera Nînewa dike. Yên ku, karîne xwe ji mirinê xilas bikin û xwe bigehehînin deverên aram, ji sedema wê malwêraniya bi serê wan de hatiye, nuha ew bi kom diêşin. Em bi hev re, digel civaka navdewletî, ji bo parastina mînorîteyan û olan li Kurdistan û Îraqê berprisiyariya xwe bi cî tînin.

Li ser me pêwîste em kar bikin ji bona ew kesên bûne qurbaniyên kiryarên terorîstan bi awayekî hêja veşêrîn, û di hema demnê de kar bikiîn ji bo pêşkeşkirina alîkariyên pêwîst bi birîndaran û lêqewmiyan ku, niha li Kurdistanê ne. Pêwîste li gor hemû îmkanên xwe em lêbixebitin ji bona vegerandina wan jin û zarokên ji aliyê rêxistina terorîstiya DAÎŞ ve hatine revandin. Di heman demê de bi baştirîn awayî sexbêriya koçberên ku, ji sedema ew karesate ji encamê revandina kasûkarên wan bi serê wan hatine, niha jî diêşin, bikin.

Careke din em sipasiya hemû serkirdeyên siyasî, parlamenter, berprisên leşkerî, tîmêm rizgarkirinê, ajansên Neteweyên Yekgirtî, tîmên saxlemiyê, hêzên pêşmerge û hemû xelkê dikin ku, yaku li ser wan bû ji bo rizgarkirina zêdetirîn hijmara hevwelatiyan, encam dane. Qenaeta me ewe ku, her dema alavên pêwîst yên leşkerî bi dest pêşmerge bigehin, dikarin hevwelatiyan û destkeftiyên demokratîk, pirneteweyî, olî, lêbihurînî û pêkvejiyanê li herêma me biparêzin. Piştgirî û pabendiya navdewletî ji me re dibêje ku, ew ji bo buha û pirensîpên rast û dirust dicengin.

Civata wezîrên herêma Kurdistanê
20.08.2014

Back to top button