Cîhan

Davutoglu dewsa Erdogan digire

Îro piştî civîna rêveberiya Ak-Partiyê serokwezîrê Tirkiye û serokê Ak-Partiyê Erdogan berendamê serokê Ak-Partiyê û berendamê serokwezîriya Tirkiye eşkere kir. Wezîrê derve yê Tirkiye Ahmet Davutoglu berendamê serokwezîrîya Tirkiyeye.

Kongereya giştî ya Ak-Partiyê de Davutoglu ewilê wek serokê partiyê tê hilbijartin û piştre jî dibe serokwezîrê Tirkiye.

Dema Erdogan navê Davutoglu eşkere kirî got ku sedemek jî yê partiyê Davutoglu hilbijartî tekoşîna wî û helwesta wî ya di derbarê cemaetê bû.

Kongreyê Ak-Partiyê27ê tebaxê de çêdibe.

Back to top button