Cîhan

“Divê Amerîka berpirsiyariya encamên vî şerî bigire ser xwe”

Berdevkê wezareta derve yê Îranê, ji CNN re got ku Îran ji aliyê rêveberiya Trump ve rastî “xiyaneteke dîplomasiyê” tê.

Esmaîl Beghaei li ser rêveberiya Trump got, “Ew nikarin li ser dîplomasiyê biaxivin, wan xiyanet li dîplomasiyê kir.” Lêbelê, wî got ku “dîplomasî qet bi dawî nabe.”

Wî got, “Kes nizane dê çi bibe, lê tişta piştrast ew e ku berpirsiyariya encamên vî şerî divê ji aliyê Dewletên Yekbûyî û Îsraîlê ve were hilgirtin.”

Berdevkê wezareta derve red kir ku bêje Îran çawa dikare bersivê bide êrîşên leşkerî yên Amerîkayê li ser navendên wê yên nukleerî yên roja Yekşemê zû, û çi zirar dîtiye, lê got ku Tehran “mafê wî heye … wê mafê xwe yê parastina xwe bi kar bîne. Û em ê bê guman vê bikin.”

Beghaei got ku daxuyaniyên dawî yên Serok Donald Trump û gefên êrîşên din “zordarî li ser asta cîhanî” ye.

Wî daxûyakirin ku, êrîşên Îsraîl û Amerîkayê herêmê di rewşek “bêhempa xeternak” de dihêlin.

Berdevk got ku Îran di bersiva xwe ya li hember Îsraîlê de “bi tevahî xwe ragirtî” bûye û tenê cihên leşkerî û ewlehiyê kiriye armanc. Îsraîl, ji aliyê xwe ve, gotiye ku Îranê êrîşî hedefên sivîl li bajarên wê kiriye.

Rayedarên Îsraîlî, wek Wezîrê Parastinê Îsraîl Katz, gotine ku Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xameneyî “nikare hebûna xwe bidomîne” – daxuyaniyek ku Baghaei wekî “nerazî” û “bêexlaq” bi nav kir.

Berdevk got:”Gefkirina serokê dewletek serwer bi kiryarek terorê tenê cewherê rejîma Îsraîlê nîşan dide,”

Baghaei, ku di navbera salên 2006 û 2010an de di mîsyona Neteweyên Yekbûyî ya Îranê de li New Yorkê xizmet kiriye, got ku Îran “ji bo dîplomasî û aştiyê ya herî baş hewl daye.”

wî got: “Dîrok dê tiştê ku ji hêla rêveberiya Dewletên Yekbûyî ve tê kirin efû neke,”

Back to top button