Nivîsar

Dîsa ser zimanê kurdî

                            
Çawa miletek dikaribû bijî, kîjanê di dîroka xwe da ewqas zef dijminên wê hebûne, dijminên zalim û xwînxwar, miletekî dorpêçkirî û bê pişt?
Kurd jıya ye… Êşa xwe, ya bê hed û bê sînor, ûsa jî mirin binpê kiriye û wek agırê kozê (agirê binê tendûrê, yê veşartî) carek din serê xwe bilind kiriye û ruhdar bûye.

Dîroka her miletekî ji bo wê hizkirî ye.Bîranînên çûyî, derbazbûyî gelek pîroz in. Lê, belkî gelek kêm milet hene, ji bo kîjana ziman û çanda wan di riya qurnan da ji wan ra bûne kaniyên jîyanê, berxwedanê û serhildanê. Zimanê me ji me ra bûye mertal li himber tunekirinê û asîmîlasîonê. Loma jî em divêjin-riya azadiya me bi perwerdeya zimanê kurdî va derbas dibe, ango azadiya me li Tirkiyê, bi naskirina zimanê kurdî va girêdayî ye. Ça zimanê me ye, ûsa jî jiyana me ye.

Zimanê kurdî derya zanyariyê ye û dıjmin baş zane, ku ziman nasname û çekê miletê kurd e, loma jî dixwaze ziman ji Kurdan bistîne.Eva hertim siyaseta helandinê, ya dijminên kurda bûye û heye, wek Tirk, Ereb û Ecem. Ji xwe Tırka her tişt bi hazirî sitendiye, dest datîne ser welatekî, miletekî wek milkê xwe û bi vî awayî dewlemendiya erdnîgarî, çandî, ya miletan, ku bi100-an salan hatibûn afirandin, zeft kirine.

Di çareseriya pirsa kurd da hikûmeta Tirkiyê rojekê germ dike, rojekê sar dike, belkî bi xwe jî nizane çi bike. Lê ez divêm, ew dixwazin, ça jî hebe, mejiyê kurdan bışon, dîsa wext qezenckin û bi sozên derew Kurdan bixapînin.Jı xwe ev karaktêra derewan û xapandinê Tirkan ji pêşiyên xwe stendine, kîjana bi dek û dolavan tim bêtifaqî û dıjminatî di nava miletan da çandine.

Tırka dersên derewan baş têgihiştine û bûne hosteyên hunera derewan û xapandinê. Lînkoln divêje-“Dikarî payekî (parçekî) milet bixapînî bo heta-hetayê, dibe milet giştî bixapînî heta hedekê, lê nikarî milet giştî bixapînî bo heta-hetayê.“ Baş dibû ev gotinên Lînkoln hikûmeta Tirkiyê bikira guhar, têkira guhê xwe. Nivîskar Danlop di pirtûka xwe da, ya bi navê “Diroka Xazara“, r.22-27, dinivîse-“Dîn ji bo Tirkan ji kirasekî zêdetir nîne, kîjanî li xwe dikin, yan ji xwe dikin anegorî halê siyasî, ku bikaribin zordariya xwe li ser miletên bindest heqkin, asîmîlasîonê û zimanê tirkî li wan ferzkin“. Tirk bi vê siyasetê gelek dûr naçin, dem êdî ne demên berê ne. Komkujiya, ku berê eşkere dikirin, niha nikarin.Lê niha jî mêtodeke din bi kar tînin, Kurdistan bi dermanên hişbirva tijî kirine.Vê komkujiyê him kes navîne, him jî serketiye, ber ku ne tenê yê bi kar tîne ji holê radibe, lê ûsa jî genêtîka wî, ango, dola wî seqet dibe.

Birêz Erdogan gerek bizanibe, wekî neçareserkirina pirsa kurd û Kurdistanê, ev tenê dem windakirina bi xetere. Eger rêxistin jî ji holê rabe, dîsa jî, ça hebe, çavreşekê me wê derkeve meydanê û vê carê wê cî li hikûmeta tirk teng bike.

T.Erdogan pewîste here ji serok Barzanî fêrî dêmokratiyê be. Li Başûrê Kurdistanê deve-devî 2000 Ermenî dijîn. Hikûmeta Kurdistanê wan ça civakeke cuda dihesibîne, mafê wan, yê çandî, ziman, heta yê xwerêvebiriyê di makezagona  Kurdistanê da hatiye çespandin.Ûsa jî bo kêmneteweyên din.Wekîlên van miletan dibin parlemênter. Kurd rêz û hurmeteke mezin didin Xirîstiyanên nav xwe û saya serê siyaseta rast, ya hikûmeta Kurdistanê, bi taybetî ya serok Mesûd Barzanî, kes nikare wan ra gotineke tirş bêje.Ew di mala xweda ne. Dêrên wan li Zaxo, Avrûkê, Dihokê hatine avakirin û dixwazin li Hewlêr û Hevrezkê jî çêkin.

Li Dihokê ez rastî nûnerekî Ermeniya hatim.Gelek germ ser miletê Kurd û hikûmeta wan diaxifî. Digot ew carekê çûye cem şaredarê bajarê Dihokê birêz Tamer Remezan, ewî jê pirsiye çi dikare bo wî bike?Digot min gotiye ji bo min hîç, lê bo miletê min Dêrekê.Digot û çavên wî bi şabûna dibiriqîn. Paşê ez birim dêra ser navê N.Şinorhalî nîşanî min da, çêkirina kîjanê hela tam bi dawî nehatibû.Hûn nikarin bifikirin min çi his kir, ez serbilind bûm bi miletê xwe va, eger baskê min hebûna, ezê ji şabûna bifiriyama ezmana. Divên, gava diçî welatekî û dixwazî resmê  miletê wê çêkî, pêwîste guh bidî kêmneteweyên di nav wî miletî da dijîn.

Gelo kêmneteweyên Tirkiyê wê çi bigotana…?

Aslîka Qadir

Rojhilatzan, hunermend

Back to top button