Di demokratîkbûnê de gavek nû

Li Dewleta Federe ya Kurdistanê di 21-ê Îlonê de hilbijartina giştî çêbûn.  Hilbijartinê giştî encamên gelek girîng û dîrokî derxistin holê. Divê ev encaman ji hemû aliyan de  bi kûranî û bi awayekî gelek objaktîf bên şirove kirin, ji raya giştî û gel re bê neqil kirin.
                                                    *****
Beriya hilbijartinê li ser demokratîkbûna hilbijartin û metoda hilbijartinê  gelek genegeşiyên cidî û balkêş hebûn. Beşek hêzên li Başûrê Kurdistanê aşkere dikirin ku Hikûmeta Kurdistanê demokratîk nîn e. Li Dewleta Federe ya Kurdistanê desthilatdarî û serweriyek otorîter heye. Loma jî li Dewleta Federe azadiyên mirovî, civakî, siyasî binpê dibin. Loma jî li Dewlet Federe ya Kurdistanê hilbijartinên demokratîk pêk nayên. Dê di hilbijartinan de hîle û xurda çê bibin. Ji bona vê jî, ew hêzan dixwestin ku hilbijartin nebin û gel li hemberî hilbijartinê sar bikin, ku gel beşdarî hilbijartinê nebin.
Heta beşek hêz û partiyên siyasî difikirîn ku hilbijartinê boykot bikin û beşdarî hilbijartinê nebin.

Ew hêzên îdia dikirin ku li Dewleta Federe ya Kurdistanê demokrasî tune ye û desthilatdariyek otorîter heye, ew hêzan bi xwe bi demokrasî bawer nedikirin. Ew hêzan bi xwe xwediyê bingehek otorîter, milîter, jakoben, teokratîk in. Di nav partiyên wan de demokrasî pêk nedihat. Di wan partiyan de otorîterîzm û dîktatoriyek serok hebû.

Partiya PKKê PÇDK (Partiya Çereserî ya Demokrat ya Kurdistanê) xwediyê wê îdiayê bû ku li Dewleta Federe ya Kurdistanê desthilatdariyek demokratîk tune ye, rejîma li Kurdistanê jî ne demokrasî ye. Loma jî Civîna Giştî ya Kongreya Gel biryar girtibû ku li Dewleta Federe ya Kurdistanê hilbijartinê qezenç bike û sîstemê demokratîze bike. Lê eleqe wan bi xwe bi demokrasiyê re tune ye.

Li Dewleta Federe ya Kurdistanê gor hesabekî 26 partî û gor hesabekî jî 31 partî beşdarî hilbijartinê bûn. Hemû partiyan gelek bi azadî û serbestî propagandaya xwe kirin: Bi xwepîşandanan, di rêya televizyonan re, ji gel deng xwestin.

Piştî dengdane hîn encam ne diyar bûn, ku seroka Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokwezîr Neçîrvan Barzanî û berpirsiyarên din yên Kurdistanê diyar kirin, ku her partiyek û kesek ji encamên hilbijartinê re rêzdar bin. Ev jî, ji bona demokrasiyê nîşanek gelek girîng e.

Ji bona ku propagandeyek gelek xurt û giştî û mezin li dijî hikûmet û desthilatdariya Kurdistanê vebibû, bi deh hezaran çavdêrên dezgehên navneteweyî, hilbijartina giştî ya Kurdistanê muraqebe û kontrol kirin. Di encamê de van çavdêran diyar kirin ku Hilbijartina Kurdistanê di dîmen û atmosfereke demokratîk de çêbûye. Di serî de jî berpirsiyarên Neteweyan Yekgirtî ev yeka diyar kir.

Rapor û daxuyaniyên çavdêran jî diyar kir, ku hilbijartina giştî di Dewleta Federe ya Kurdistanê de bi awayekî gelek demokratîk derbas bûye. Di hilbijartinê de hîle û xurde nebûne.

Dîsa van rapor û daxuyaniyan, propagandaya hêz û partiyên ku digotin li Kurdistanê sîstemek nedemokrat û otorîter heye jî, derevîn derxist. Hîç şik tune ye ku kêmasiyên demokrasiya Başûrê Kurdistanê gelek in.
                                                                 *****
Ji bona ku mirov bibêje ku sîstemek û rejîmek demokrasî ye, hilbijartin û  gel bi dengên xwe berpirsayar û rêvebirên xwe tespît kirin gelek girîng e.
Hîç şik tune ye ku li cem hilbijartinê azadiya fikrî û baweriyê, azadiya xwe îfadekirînê, azadiya xwe rêxistinkirinê jî pêwîst û gelek girîng in. Li cem van jî, hebûna çend partiyan jî gelek girîng e. Hilbijartin gor pîvanên demokrasiyê jî rasteqîne be.

Hilbijartina li Dewleta Federe ya Kurdistanê bi her awayî û di heman dem de jî diyar kir, ku di demokratîkbûna Kurdistanê de gavek girîng û dîrokî ye.
Wek tê zanîn di Dewleta Federe ya Kurdistanê de demokrasî ava kirin, beriya mudaxaleya Emerîkayê û hevalbendên wê (2003) dest pê kir. Li Kurdistanê piştî Şerê Yekemîn ya Korfezé (Kendavê) biryara federalbûna Iraqê hat dayîn; pêvajoya sîstema federal û demokratîk li Kurdistanê dest pê kir.
Li Iraqê piştî salên 2003-an mudaxaleya Emerîkayê pêvajoya demokrasiyê dest pê kir.

Li Kurdistanê di sala 1992-an de jî hilbijartina giştî çê bû. Meclis ava bû û hikûmet diyar bû. Di hemandem de ji bona serokiya Kurdistanê hilbijartin çê bû. Di hilbijartinê de Mesûd Barzanî û Celal Talabanî qasî hevûdu deng wergirtin. Loma jî carek din ji bona serokiya Kurdistanê hilbijartin çê nebû.
                                                                     *****
Dîsa propaganda dihat kirin ku gel ji hikûmetê,  ji PDKê û YNKê eciz e, loma jî dê neçin ser sandûqê dê deng nedin. Ew nêrîna jî di hilbijartinê de rast derneket. Di hilbijartinê de beşdariyek baş pêk hat. Gel, ji sedi 75 beşdarî hilbijartinê bû. Ev yeka jî diyar dike ku gelê Başûrê Kurdistanê ji bona ku rejîma demokratîk pêş bikeve û dezgehî bibe di nav hewildanekê de ye. Divê ji vê hewildanê re piştgirî bê kirin. Ev pêvajoya xurttır bibe û ji bona demokratîkbûna Kurdistanê gav bên avêtin.
                                                          *****                            
Di hilbijartina Kurdistanê de tabloya siyasî û civakî ya esasî jî derket holê.

Wek tê zanîn di hilbijartina bûhûrî de PDKê û YNKê bi lîsteyek beşdarî hilbijartinê bibûn. Di wê hilbijartinê de Tevgera Goran nû ji YNKê qetiya bû, di encama hilbijartinê de diyar nebû ku PDKê û YNKê ji sedî çend deng girtine.

Di vê hilbijartinê de her partiyek bi lîsteya xwe beşdarî hilbijartinê bûn. Ji bona vê jî tabloya siyasî ya rasteqîne derket holê. Di heman dem de ji bona demokrasiya Başûrê Kurdistanê jî pîvana demokrasiya plûral derket pêş raya giştî. Ev jî di pêşketina demokrsiya Başûrê Kurdistanê de  ji bona demokrasiyê nîşana tenduristiyek baş e.

Di encama hilbijartinê de 5 partî endaman dişînine meclîsê. Ev partiyan; Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK), Goran, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Komelaya Îslamî ya Kurdistanê.

PDKê, partiyek kîtlewî, mûhafazakar û demokrat e.

YNKê, endama enternasyonala sosyalîst e. Lê hezar mixabin hîn ji bona sosyal demokratbûnê gavên pêwist û girîng neavêtiye. Hîn jî karaktera xwe ya jakoben, çep, otorîter xelas nebûye.

Goran, çep û jakoben e.

Herdu partiyên din jî wek di navên wan jî diyar dike, îslamî ne.

Ev tabloya û nexşeya siyasî û partiyan; nexşeya civata me nîşan dide. Nexşeyek hêja ye.
                                                      *****
PDK, li Başûrê Kurdiatanê partiya yekemîn e. PDKê, di sala 1946-an de di şertên avabûna Komara Kurdistanê ya Mahabadê de ava bû. Di sala 1958-an de piştî vegera Serok Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî ji Yekîtiya Sovyetan, bi hikûmeta navendî ya Iraqê re di peymanek gelek baş de li hev kir. Di Makezagonê de du herêm û du milet û du ziman da qebûl kirin. Ji bona ku hikûmeta navendî li peymana xwe re xwedî derneket: Di Îlona 1961-an de li hemberî Dewleta Kolonyalîst ya Iraqê dest bi şoreşa milî kir. Di sala 1971-an de otonomî qezenç kir. Lê Dewleta Kolonyalîst dîsa ji peymana xwe re xwedî derneket, îzin neda ku li Kerkukê plebîsît çê bibe, dest bi şer kir. Lê hezar mixabin encama siyaseta Îran û Eemerîkayê ya ne dostane şer wenda kir. Ji bona ku pêşiya qertlîama gel bigre, dest ji otonomiyê berda. Lê dîsa xwe wek PDK-Qiyade Mûwaqqet organîze kir. Heta avakirina dewleta federal têkoşîna xwe meşand.  PDKê di her hilbijartinê de de xurt û yekemîn derket. Di hilbijartina dawî de jî hêza xwe parast û xurt bû. Derket holê ku PDKê li Kurdistanê bingeha stabîlîzasyonê ye.

YNK, deng wenda kir. YNKê di vê hilbijarinê de ne, di hilbijartina dema bûhûrî de jî deng wenda kiribû. Lewra YNKê parçe bibû. Tevgera Goran ji YNKê veqetiya bû. Goranê jî ji sedî 24 deng wergirtibû. Lê di vê merhelayê de nexweşiya Mam Celal û nebûna wî jî deng bi YNKê da wenda kirin. Di hilbijartinê de sêyemîn derket.

Gel di wê baweriyê de bû ku Goranê piştî hilbijartina bûhûrî siyasetek gelek nexweş meşandibû. Loma jî dihat payîn ku Goran a deng wenda bike. Lê wek dihat payîn deng wenda nekir, ji hilbijartina xurt derket. Bû partiya duyemîn.

PÇDK, partiya PKKê ye. PKKê di hilbijarinê de gelek bi îddia bû. Hilbijartin ji bona PKKê bû hilweşandin û fîyasko.
Ji bona rêxistinên îslamî encama hilbijartinê  xwezayî ye. Dengên wan ji vê zêdetir nedibûn.
                                                          *****
Encamên hilbijartinê derxist holê ku PDKê dê hikûmetê ava bike. Lê ew bi serê xwe tenê nikare hikûmet ava bike. Lewra di meclîsê de xwediyê piraniya dengan û mebûsan  nîn e. PDKê eger di meclîsê de xwediyê piraniya mebûs û dengan bibûya jî, dê bi YNKê re hikûmet ava bikira. Lewra Serokê PDKê Mesûd Barzanî û berpirsiyarên PDKê bi tevayî diyar kirin ku bi YNK re peywendî û itîfaqa wan ya stratejîk didomîne. Dema YNKê bixwaze amade ne ku bi YNKê re hikûmet ava bikin.

Amed, 25. 09. 2013

Îbrahîm GUÇLU

([email protected])

Nerîna min :