Dîroka Makro
Di dîroka tevahî de normek heye; dîtinên ku li ser rastî û tevahiya dîrokî werin pêşkêşkirin, divê hemû xalên pêwîst li ser zanebûna dîrokî bidin der. Xalên pêwîst em weke tevahiya dîrokê bi nav dikin. Ango dîroka makro. Gava ku mirov tenê li ser bûyerekê, rewşekê, taybetmendiyekê hûr bibe û wêna bîne ziman û ji vê yekê jî dîtîn û teoeriyên tevahî formule bike, zanebûn bi hemû dirûwên xwe ve, wê gavê dernakeve holê.Li vir zanebûn jig elek hêlande veşartî dimîne û alikariya fêmkirina dîrokê bi tevahî nake..Di dîrokê de hemû bûyer û taybetmendî xwedî nirxên, ev rast e. Ev nirx bi hemû haweyan dibin fonksîyonel û dibin beşek ji dîroka civatê. Gava ku ev nirx alikariya mirovan bikin ku zanebûna xwe li ser tevahîya dîrokê zêde bikin, ew dibin xwedî wate. Ji ber ku dane û bûyerên civatî nirx û wateyên xwe, incex di tevahiya dîrokê de karin bidin der. Ji ber wilo hewcedari bi dîroka makro heye.Di vê tevgirêdanê de dane û bûyer dibin xwedî wate. Gava ku mirov tenê rewşa sîyasî, rewşa ekonomik, mentalîta serdest, wexta modern, struktura civatê îzolekirî raxe ber çavan, zanebûna dîrokî lawaz dimîne. Mirov lêkolînan li ser kîjan pirsgirêka dîrokî bike, li ser kîjan demê hûr û kûr bibe, li ser kîjan wextî tov bibe divê mirov tevahiya dîrokê raxe ber çavan.Tevahîya dîrokê konteksta dîrokê ye, avaniya dîrokê ye, mantiqê dîrokê ye… Lê ne hemû dîroka bi xwe ye.Têgehên ku em li vir qala wana dikin, di dîroka tevahî de hemû xwedî taybetmendî ne. Ev bi gelek haweyan di dîroka tevahî de dibin xwedî wate û rê li zanebûna dîrokî vedikin.Gelek caran em qala tevahîya civatê dikin, em qala tevahîya fotografekî dikin, ji bona ku têkûzbûna me zêdetir bibe.Dîrok jî wilo ye…Dîroka ku ne tevahî be bi hemû dirûwên xwe ve dernake derve. Zanebûna dîrokî, wê gavê qels dimîne û wateya xwe ya zanyarî ji gelek aliyan de bicîh nayîne.Zanebûna dîrokê wê gavê diqûrmiçe.Em dizanin ku hemû pêvajoyên guhertin û pêşketinê hîna baş timam nebû ne. Ew her berdewam in. Di gelek waran de ev pêşketin qurmiçî maye, kamil nebûye û li ser gelek pêvajoyên dîrokî perde hatine raxistin.Ev perde dikarin îdeolojîk bin, dikarin berjewendiyên çinê sosyal bîn, dikarin têkiliyên dewletî an jî navdewletî bin. Em baş dizanin ku aşkerekirina rastiyê hergav ne li gora berjewendiyên serdestan e…Tenê dîroka ku di belgeyan de tê ziman, ne dîrok e. Dîrokek li dervî belgeyan jî heye.Dîrokvan ji rewşeke rojane tevdigere û li demeke ku derbasbûyî digere. Dixwaze guhertinan fêr bibe, mirovan nas bike, tevgera mirovan bixe nava rêzaneke û di wan waran de zanebûnê pêşkêş bike. Heger dîrokvan wê gavê tenê qîma xwe bi masiyên ku ketine tora wî werine, ew ê zanebûna wî li ser pêvajoyên dîrokî zêde nebe û mirovan, civatan û guhertinan piralî fêm neke.Masiyên ku neketine tora masîvan jî, masî ne!Dane, bûyer û dîtinên ku neketine nava dîroknivîsandinê jî, dîrokî ne.Divê teoriyek mirovan, dîtinek mirovan him li ser masiyên ku ketine torê û him jî masiyên ku hîna di behrê de ne hebe.Dîrok tenê ji masiyên ku ketine tora masîvan pêk naye…Em dizanin ku di dîrokê de bûyer hene eşkere ne, bûyer hene veşartî ne, bûyer hene hevdû daf didin û dikevin şûna hevdu. Hinek bûyer rê li hinek bûyeran digirin, kemînan li peşiya hevdû vedidin. Hinek bûyer, hinek bûyeran difetisînin, wana diqûrmiçînin û beravêjî dikin…Di nava tevahîyeke wilo de jî divê em qanûnên dîrokî derxinin pêş. Kaosa ku di dîrokê de heye divê bibe kosmos. Dîrok divê bibe xwedî wate. Ji bona mînak; em hemû dizanin ku psîkolojîya gruban, rastiyên ekonomik, taybetmendiyên mirovan hergav dikarin li ser pêvajoyên dîrokî bibin bingeh ji bona pêşveçûnê.Bêyî wan rastiyan mirov nikare dîrokê baş fêm bike. Zanyariyên sosyal weke sosyolojî û ekonomî dikarin me di gelek waran de ronî bikin. Dîsa di wan waran de psîkolojiya gruban hergav ji bona tevahiya dîrokê dibe alikar. Netewîbûn, oldarî, kesayetî û etnîsîte dem dem, heta gelek caran dikevin pêşiya faktorên bingehinEv zanebûn û rastî yek ji qanûnên dîrokê ne.Yeke din jî ev e; di pêvajoya pêşketina dîrokî de mirov dikare rasterasta çavderiya hinek qanûnan bike. Wan qanûnan ji mantiqê pêşketina dîrokê derxine der. Ango, gava ku mirov di nava rêzana elfabeyeke de bibêje D, mirov dizane ku berî D jî û piştî D jî herf hene.Ya sisîyan jî ev e; di herka pêşketinê de xetên tevahî raxîne ber çavan…Em çiqasî qanûnên dîrokê baş zanibin, alavên me çiqasî tekûz bin jî, ramanên me nikarin bi timamî berdewamîyekê di bûyerên dîrokî de zeft bikin. Ev berdewamî gelek caran qût bûye. Carna terpilî ye. Carna veciniqîye! Ji ber ku dîrok hergav ne li gora mantiqê berdewamiyê pêşde diçe. Em hertim di dîrokê de dikarin rastî avanîyên kevn û nû werin. Dîtin û ramanên kevn û nû werin. Bi timamî em nikarîn wan avaniyan bi mercên dîrokî jî ronî bikin.Li hemû deveran em dikarin pergî faktorên li derveyî aqil jî bibin. Tevgerê mirovan hertim ne li gora pîvanên aqil dimeşe. Mirov hergav ne rasyonel in. Lê divê mirov karibe wan faktorên li devreyî aqil jî bi têgehên aqilane ronî bike!Dîroka makro mirovan bi tevahî dide nasandin. Diroka mikro jî mirovan di rewşen taybet de dide nasandin. Ji bona ku mirov dîrokê rast têbigîhêje, em hewcedarê herdû temtêlên dîrokê ne.Şerefxan Cizîrî28.06.2018