Cîhan

Erdogan hêja demokrasiye Tirka nekuştiye

Rojnama New York Times di derbarê encama hilbijartinên Tirkiye de nivîsek nivîsiye û dibêje: Serkeftina Erdogan û Tifaqa Cumhur metirsiya çûyîna ber bi diktatoriyî ve zêde kiriye.Rojnama New York Times di derbarê serkeftina Erdogan ya hilbijartina nivîsek nivîsiye. Sernivîsa Time, Erdogan hêja demokrasiya Tirka nekuştiye. Rojname dide xûyakirin ku, şansi Erdogan heye ku heta sala 2028ê bimîne li ser hukum. Plana Erdogan ewe ku bibe Siltanek Osmanî yê modern . Dê bi salan li gel sîstema zilamek tenê û pirsgirêkên ev system derêxe hole, tekoşîn bête kirin.Li gora rojnama NYT, di sîstema nû de bandora li ser Yasayan û dadweriyê behtir diperije. Metirsî heye ku pirsa civakî de Laikî kêm bibe û rewşa ekonomîk gelek xirab bibe.Herweha rojname behsa encama hilbijartina û pêwendiyên Amerikayê jî dike. Rojnama di vê derbarê de dide xûyakirin ku; Di desthilatdariya Erdogan de, dê Tirkiye ji bo NATO bibe hevalbendek bi zehmet.Pirsgirêka kirîna Fûzeyên Rusî yên S-400, pirsa avakirina Nawendên Nûkler li Tirkiye , pirsgirêka kurd û pêwendiyên Iraq û Suriye hemû dê bibin babetên sereke di navbera Amerika û Tirkiye de.

Balkêş e ?
Close
Back to top button