DÎNAZORÊN NIFŞÊ TAYBET!

Nifşekî xwedî erk û berpirsiyarî. Nifşekî ku ji bo xîreta xwe dikare agir bi dinyê bixe. Ev dînazor di navbera salên 1950 û 1970-an de hatine dinyayê…

Nurî Çelik

Nifşê ku di nav xizaniyê de mezin bûye û hemû bi taybet hatine afirandin, nifşekî brîndar..

NIHA EW KÎ NIN!

Yên ku di navbera salên 1945 û 1970’î de silavek dane vê dinyayê, yên herî biçûk 50 û yên herî xort 70 salî, HÎN WEK CONÎYÊN SERXWEŞ yên 18 SALÎ LI DÛ ARMANCÊN XWE DIBEZIN…

Li bin yekî ji wan qumaşê hazir nehatiye pêçan…

Şerwalên ji çewalên şekir, pêlavên ji lastîkên canik li xwe kirine…

Nifşekî xerîb ku li dibistanê bi şîrê toz ê ABD xwedî bûye…

Yek ji wan jî ne bûye xwediyê wêneyên rengîn yên zaroktiyê…

Û hetta, tu carî wêneyek zaroktîya wan jî çênebûye…

Kesî ji wan heta niha kreş, dersxane û dibistanek taybet nedîtiye…

Lê nifşekî xerîb e, hemû jî têra xwe zanyar û karin dersan bidin profesoran..

Şer dîtine, lêdan dîtine…

Tade, pevçûn, di lêpirsînan de êşkence dîtine…

Di lêpirsînên qereqolên polîsan de, êşkenceya bidardekirina Filistînîyan û serhildan nas kirine..

Herî kêm ji 5 şoreş, 6 memorandum û 7 derbeyên post-modern filitîne..

Herî kêm raserî 10 bohranên aborî hatine…

Nifşekî ku abîdeyên wê bi serpêhatî bi tunebûnê hatine çandin, abîdeyên berxwedanê…

Çi kiribe, li gor exlaq û bahwerîyê, bi rê û rêbazî kiriye..

Nifşê 68an û yên 78an wek conîyên dîn û şervanên vî nifşî ne, nûnerên nifşê ku bi wîna xwe navên xwe di dîrokê de nivîsandine…

Gelo ev nifş berhema nifşê nû ne yan xeletiya berhema nifşê nû ye, cihê nîqaşê ye. Lê ev nifş bê îstîsna, bê şert û merc, hemû welatparazên in…

Yên ku di navbera salên 1950 û 1970-an de ji dayik bûne. Bi rastî berhemên taybet in, piranîya wan xwendekarên bê derfet in, hestên biratî, parvekirin û wekhevîya wan di asta herî bilind de ye..

Pir pirtûk xwendine, bi kêmanî lîse qedandine û bi jîyanê re jîyan hîn bûne…

Piranîya wan bi kilorfirotinê, bi pêlavboyaxkirinê, wek şagirtên tamîrkirinê, wek karkerên înşaetê û barkêşên bazirganîyê kar kirine û mesrefa xwendina xwe derxistine…
Ne ji malbata xwe û ne jî ji dewletê re bûne bargiranîyek aborî, bi keda xwe bûne darê bivir…

Muhtacî kesî nebûne, perçiqî ne lê ne perçiqandine…

Serî ne tewandine, serî li kesî mezin nekirine, nifşekî taybet…

Nifşekî xwedî erk û berpirsiyarî. Nifşekî ku ji bo xîreta xwe dikare agir bi dinyê bixe. Ev dînazor di navbera salên 1950 û 1970-an de hatine dinyayê…

Baş binerin, hay ji hêrsa vî nifşê taybet hebin. Ev nifşê ku nerm dixuye lê mîna kulmên pola ye û li ku bikeve ji hev tar û mar dike…

Baş li wan binerin, ji ber neslê wan li ber tunebûnê ye…

Berhem û hilberîna wan bi dawî bû…

Wextê bikarhatina wan qediya ye, ji merîyetê radibin…

Ma hûn dizanin çima ev nifş taybet e..?

Dewlet mîna silindirekî di ser vî nifşî re derbas bû…

Milletên dinyayê mîna dozerê di ser wan re derbas bûn…

Jiyanê ev nifş ceriband, lê nikarîbû biqedîne…

Vî nifşî êşa îxanetê, êşa xencera hevaltîyê, hevaltiya mirinê, hevaltîya heya gorê nas kiriye…

Vî nifşî dizanibû çawa ji bo hevalê xwe bimire, çawa gepa dawî ya di devê xwe de par ve bike, sedaqet û wefa jî dizanîbû …

Ev nifş hişk e, dijwar e, dîn e, hestep e…

Ewqasî jî mêrxas, dilsoz û dilovan e…

Zanyarîyên ku ji jîyanê hîn bûne û serpêhatîyên ku di têkçûnê de bi dest xistine, dewlemendîya herî mezin a vî nifşî ye.

Ango, ev dînazorên ku di navbera 1950 û 1970-an de hatine dinyayê, nifşekî entîke û mûzeyî ye..

Ji ber vê yekê; qedir û qîmetê dê û bav, kal û pîr, ap û xal, xaltîk û metik û her kesên ku di navbera 1950 û 1970-an de çêbûne, bizanin…

Ji ber ku ew xezîneyên we yên dawîn û hêja ne…

Bi wan re rûnin, bi wan re bipeyivin, guhdarî bikin û ji wan paşeroj û dîrokê fêr bibin…

Yan na, piştî mirinê hûn li wan bigerin jî hûn wan nabînin …

Ji ber ew çavkanîyên herî dawîn yên zindî û dîroka nêzîk in. Her yek ji wan pirtûkek dulingî yê dîroka devkî û nivîskî ye….

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: