
Serokê Parêzgeha Amedê yê Partiya Saadetê Abdurrahman Ergîn got, “Divê hûn ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd samîmî bin. Ger dilpakiya we tune be, hûn nikarin bi her awayî serkeftî bin. Mîna têkçûna AKP’ê. “Wî tenê hewl da ku dengên partiya xwe bi dest bixe,”
Ergîn di bersiva pirsên Gulistan Korban a ji Botan Times de, bal kişand ser girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê jî. Ergîn, anî ziman ku yek ji pirsgirêka herî mezin a gelê Amedê ziman e û got, “Mirov dixwaze zimanê xwe yê dayikê binirxîne. Divê kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Ji ber vê yekê divê di hemû saziyên hikûmetê de were nirxandin û axaftin. Bo nimûne, hûn dikarin xizmetên tenduristiyê bi erebî û îngilîzî bistînin, lê hûn nikarin vê xizmetê bi kurdî bistînin. Ma ne neheqî ye? Em ê astengiyên li pêşiya vê rakin.”
Li gorî Abdurahman Ergînî, pirsgirêka Kurd ne tenê pirseke leşkerî ye û divê mafê hemwelatîbûna wekhev di qanûnê de bi awayekî fermî bê diyarkirin.
Ergînî, anî ziman ku li herêmê pirsgirêka bêkariyê di asteke bilind de ye û ji bo çareseriya bêkariyê dê ji bo ciwanan zêdetir projeyên wan hebin.