Wê hilbijartin çi ji Kurdan re bîne?

Nûçe/ Analîz

Li gor tê ragihamdin, hilbijartinên îsal (2023) wê di meha Gulanê de çêbibin. Hilbijartinên serokkomarî û parlamentoya Tirkiyê. Heger em HDP li kêlekê bihêlin, şerê herî mezin di navbera desthilatdarîya Tifaqa Komarê (AKP-MHP) û mixalefeta Tifaqa Millet de gur dibe. Tifaqa Millet a ku ji şeş partîyan pêk tê, heta niha namzetê xwe yê serokkomarîyê eşkere nekiriye. Her çiqasî li gor zagonan Serokkomar Erdogan nikaribe cara sêyem bibe serokkomar jî, Erdogan wek namzetê Tifaqa Komarê tê destnîşankirin. Ji ber ku hemû erkên dad û dadwerîyê ketine bin xizmeta siyasetê (xizmeta Erdogan û Tifaqa Komarê) û ji bêterefîyê dûr ketiye, tê gumankirin ku bi guhertina hindek zagonan wê Erdogan dîsa wek manzet bê destnîşankirin.

Wek hemû hilbijartinan, vê carê jî Kurd bi deng û rayên xwe hêz û qeweta herî mezin in û Kurd dengên xwe bidin kê, ewê qezenc bikin. Her çiqasî HDP namzetê xwe yê serokkomarîyê derxe jî, serketina namzetê wê ne mimkin e û wê ji her du tifaqan serokkomarek qezenc bike. Heger di hilbijartina yekem de serokkomar neyê hilbijartin, di hilbijartina duyem de yan wê Kurd dengê xwe bidin namzetê Tifaqa Komarê, yan jî bidin namzetê Tifaqa Millet.

Halîhazir HDP ji alî her du tifaqan ve jî tê piştguh kirin û Tifaqa Komarê (bi taybet MHP) dixwaze berî hilbijartinê HDP wek partî bide girtin da ku deng û rayên Kurdan di nav xwe de par bikin. Helbet HDP jî ne bêalternatîf e. Yan wê bi navê partîyek nû têkeve hilbijartinan, yan jî wê di bin sîya partîyek din de (wek partîya DEVA) têkeve hilbijartinan. Lê wek hilbijartinên 2015an wê HDP dîsa vegere ser hêz û kemla xwe ya berê, cihê şik û gumanê ye.

HDP di hilbijartinên 2015an de ji %13.1 deng stendin û 80 wekîl derxistin. Herweha li Bakurê Kurdistanê 103 şaredarî xistin destê xwe û piştî AKP û CHP bû partîya sêyem. Milletê Kurd bi vê hilbijartinê peyamek da HDP, peyama ku tifaqê bi AKP û Erdogan re çêke û bibe şirîkê desthilatdarî û hikûmeta nû. Erdogan û AKP wê demê ji her gavê re amade bû. Hetta xweserîya herêm û eyaletan jî dihat nîqaşkirin. Erdogan gavên erênî davêtin û di meclîsê de behsa hebûna Kurdistanê jî dikir. Lê mixabin HDP lingê xwe li vê derfetê xist, bi şîret û navtêdana dewleta kûr, çepên Tirk û Generalên Qendîlê, Selahattîn Demîrtaş ev derfet ji dest revand û cihê xwe da MHP a nîjadperest. Bi gotina „emê te nekin serokkomar“ Selahattîn Demîrtaş xirabîya herî mezin bi Kurdan kir. Demîrtaş berjewendîyên milletê Kurd ji çepên Tirk û bratîya xelkan re kir qurban û fersenda ku hatibû ber devê derî, berteref kir.

Hilbijartinên îsal (2023) wê çi ji Kurdan re bîne, wê çi bide Kurdan, ne kifş e. Ji ber HDP heta îro di meclîsa Tirkiyê de tu tiştekî berbiçav ji Kurdan re nexwestiye û xwe wek partîyek Tirkiyê dibîne (ku rastî jî wisa ye), divê tu hêvîyek erênî û rasteqîn ji hilbijartinê û ji partîyên dewletê neyê kirin.

Îro em bixwazin nexwazin, jê hez bikin yan nekin, her çiqasî bi destê dewletê hatibe avakirin jî, partîya ku Kurd wê wek partîya xwe dibînin û xwedî lê derdikevin, HDP ye. Ev rastîyek e. Rastîya rêxistin û partîyên derveyî HDP (ewên ku xwe Kurdistanî bi nav dikin) li ber çav e. Hebûn û nebûna wan ne di xema Kurdên Bakur de ye. Kî xurt û mezin be millet hevalê wî ye. Kî di nav millet de be millet wî wek nûnerê xwe dibîne. Kes li başî yan xirabîya wî yan wan nanere.  Herkes xwe li dora “zêr zane, zor zane, devê tifinga mor zane” digire.  

Fêde û destketin bi guhertina zagon û makzagonan dibe. Kîjan partî yan tifaq bibe desthilatdar bila bibe, heke zagon û makzagonên bingehîn nehugere, wê tê fêdekeyê nede Kurdan. Mesele ne guhertina serok yan partîyan, lê guhertina sîstemê ye. Heger ew zagon û makzagonên ku bi xetên sor rê li ber Kurdan digirin neyên guhertin, wê wekîltî yan beşdarîya di parlamentoyê de tiştekî ji Kurdan re neyne. Ji ber vê, HDP jî di nav de, dive hemû sazî, dezgeh û partîyên Kurd û Kurdistanî hesabê xwe li ser hilbijartinên herêmî bikin û giranîya xwe bidin bidestxistina gund û bajarên xwe, giranîya xwe bidin rêvebirîya şaredarîyên xwe. Bidestxistin û rêvebirina gund û bajarên Kurdistanê wê di nav xwe de fêde û qezencek mezin bide bikaranîn û pêşdebirina ziman û çanda Kurdî. Ziman û çanda ku îro asîmîle dibe û li ber windabûnê ye, ji bo me mijara man û nemanê ye. Bi serketin û bidestxistina şaredarîyên Kurdistanê herweha emê karibin giranîya xwe bi sazî û partîyên dewletê bidin qebûlkirin û ev yek jî wê bandorek mezin li desthilatdarên Tirkiyê û daxwazên Kurdan bikin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: