Nivîsar

Dijitiya Êzidiyan karê Kirekaran e

Qada Kurdistanê berî hezarê salan bi navê ”Baxçeyê Îremê” hatiye binavkirine. Xwedayê mezin jî dema behsa behişta xwe kiriye, bi Baxçeyê Îremê şûfandiye.

Zeynelabidîn Zinar

Di van rojên dawîn de, xasma jî di vê dema ku Rojhilata Navîn dikele de, dijatiyeke tund li dijê Kurdên Ezdayî tê kirin. 

Ew dijayetî jî bi navê ”mele”yan çêdibe. 

Çi dema ew meleyên ku bi navê ”Dînê Îslamê” dipeyivin jî, pirê caran peyvika ŞEYTAN bi kar tînîn û dibêjin ku ”Êzîdî bawerî bi şeytên tînîn.”

Di rastiyê de ŞEYTAN li ba Ezdayîyan tune. Şeytan tenê di nava bisilmanan de xebata xwe berdewan dike. 

Ez wek bisilmanekî sunî, ehlê sunet û cemaetê, Şafiî û Nexşebendî, ji ajarekê hatine ku bav û kalên me ji Sedsala 11-12an ve tev mela bûne û di medreseyan de ciwanên Kurd perwerde kirine. Lê niha nasnameya karê min, wek nivîskar û lêkolîner e. 

Min lê kolîn li ser gelek ol û rêçikên ku li Kurdistanê hebûn û ku niha jî hene pir lêkolîn kirine.

Ev gotina ÊZÎDÎ bi şaaşî ketiye nava xelkê, rastiya wê EZDAYÎ ye, yanî xwedayî, yezdanî, elahî… 

Bi dehê hezaran sal berê, dema Kurd heyînê nas kirine, bawerî anîne ku hêzeke nepenî heye û vê sîstema heyînê îdare dike, ji wê hêzê re gotine EZDA. Yanî ew hêza ku heyînê îdare dike û ez afirandime.

Di wan deman de pêxember nebûne, piraniya miletan ji xwe put û senem çêkirine û wan wek xweda ji xwe re pejirandine. Lê Kurdan bawerî bi Xwedayê bitenê anîye. Heta niha birrek ji Kurd perestinî û xwestinên wan, bi kurdiya kurmancî dikin.

Piştre di van deh hezar salên dawîn de gelek pêxember derketine holê. Yên di nava Kurdan de weke Zerdeşt Pêxember, Mûsa Pêxember, Îra Pêxember û Mihemed Pêxember (xxl) hatine û dîtina xwedayekî nihênî diyar kirine.

Beşek ji Kurd, bawerî bi wan pêxemberên ku hatin gotin anîne. Lê Kurdên Ezdayî li ser ola xwe mane û peresinî kirine, heta niha jî dikin. Ev e çen mînak ji gotin û perestiniyên wan:

. Ezda me, ezdayî me, cilsipî me, cinetî me…

. Xwedawo dinyayê edlayî ke, xelaya mirinê ji holê rake, erzaniya nan çêbike, jiyanê berdewam bike, mirinê pir kêm bike, li hemî kesî were rehmê û piştre li me jî bike rehmê…

Di konferanseke li Biskop Arnoyê de, min dabû xuyakirin ku piraniya xal û mercên ola Zerdeşt, ola Musa, ya Îsa û ya Mihemed pêxemberî, ji zagona Ola Ezdayîyê hatine wergirtin. 

Ji ber ku ol tev bawerî bi Xwedayê bala anîne, lê pêxemberê wan cuda cuda ne. 

Niha li nava Ereban dînek heye jê re WEHABÎ tê gotin. Ew ol her nefsa Ola Ezdayîyê ye. Lê ji bo ku ew ol a Ereban e, hin melayên Kurd bi tu rengî li dijê wê xebernadin. Lê her dibêjin ”Êzîdî û Şeytan.”

Ew tiştê ku bisilman jê re dibêjin ŞEYTAN, milyaket bû û li Behiştê dijîya. Îcar dema dijberî kete navbera wî û Adem Pêxemberî, Xweda ji bo azmûna bisilmana ew hinart nava bisilmanan. 

Ji ber ku ŞEYTAN ê bisilmana ye, Kurdên Ezdayî bi çu rengî behsa wî nakin. 

Di baweriya Kurdên Ezdayî de, milyaketek heye jê re Melek TAWUZ dibêjin. Ew melek bi per û bask e. 

Lê bi milyaran melekên me bisilmanan jî hene, ew jî per û bast in. 

Ji Kurdên Ezdayî zêdetir, Kurdên Mesîhê, yên Mûsewî, yên Zerdeştî, yên Şîa û Elewî jî hene. Çi dema Kurdên bisilman li pêşber zalîtiya cewrkaran serî hildane, wan Kurdan jî xwe ji eniya şer nedane paş. 

Ev dîn û olên cuda di nava gelek miletan de hene, ew milet çendî ku bisilman in jî, lê dijatî û dijminatiya hemwelatiyên xwe yên ne ji ola xwe nakin.

Lê mixabin niha hin Kurdên me hene ku bi navê MELEtiyê dijminatiya Kurdên Ezdayî dikin. Piştre wê dijminatiya Kurdê Fileh, Musewî û Zerdeştî bikin. Di dawiya dawîn de wê dijminatiya Kurdên Şafiî bikin. 

Qada Kurdistanê berî hezarê salan bi navê ”Baxçeyê Îremê” hatiye binavkirine. Xwedayê mezin jî dema behsa behişta xwe kiriye, bi Baxçeyê Îremê şûfandiye.

Ew meleyên ku niha dijminatiya Kurdên Ezdayî dikin, heta dikarin bila Qasim Şeşo rexne bikin. Lê mafê wan tune ku dijminatiya Kurdên Ezdayî bikin. 

Ew meleyên wisa di salên 1950-60î de digotin: Amaca van xortan ew e ku Sovyet were xwe bigehêne ser ava germ. 

Di 1970-80yî de dogirin: Amaca van xortan, avakirina Ermenistana Mezin e.

Niha jî dibêjin ku amaca wa new e ku Israîl xwe bigehîne Çemê Firayê. Pê re jî ew dijminên rastî, biratî û wekhevîtiyê dikin. Bêguman ew meleyên wisa haşa ji navê meletiyê,  ew peyayên dijminên Kurd û Kurdistanê ne. 

Divê reşenbîrên Kurd, kesên xwedîwijdan û mirovhez pir hişyar bin da di gêdûkên kesên wisa de nexewirin. 

Xwedayê mezin alîkar û pêştevanên mezlûman be…

15/ 08/ 2024

Back to top button