Nivîsar

Di salvegera şoreşa Îlonê de ber bi şoreşeke zanistî.

11ê Îlona îsal 50 sal bi ser şoreşa mezin ya îlonê derbas dibin û 10 sal jî bi ser 11ê Îlona 2001ê de derbas dibin. Van her dû bûyerên giring kartêkirina xwe li ser çarenivîsê Kurdistanê û gelên Îraqê hebû. Ez dê hewildem bi şîkirineke dîrokî li ser şoreşa 11ê Îlona 1961ê rawestim ku ez bi xwe pê re jidayîk bûme, pê re mezin bûme û bi hemû wextên wê yên xweş û nexweş pê re jiyam e.

Ev nivîs tevî ku nirxandineke siyasî ye, di heman demê de bi awayekî zelal behsa qonaxên cihê yên destkeftiyên Kurdistana Îraqê, serkeftin û jêrkeftinan, dike. Ez dîrokê dê weke neynik û amêrek bi kar înim ku li rabiruyê xwe temaşe bikîn, nihoya xwe pê bixwînin û paşeroja xwe li ser esasekî serkeftî darêjîn û tecrûbeya rabirdu weke meşxelekê bikarbînîn ku rêgiriyê li hindek keftinên berê ku rastî me hatine, bike. Vî karî bi xandineke kronoligî bûyerên giring û hestiyarên siyasî li Kurdistan û Îraqê dikîn. Bi hêviya ku dîroka hevçerxa Îraq û Kurdistanê weke qutibnemeyek rênîşandera me be.


Paşxan (bakgrawend)

Piştî hilweşiyana împratoriya Osmanî di sala 1918ê de û avakirina dewleta Îraqê ji sê wîlayetan; Mûsil, Bexda û Besrayê, hestê bizava kurdayetiyê ket di qonaxeke nû de. Wê demê ew soza ji kurdan re hatibû dayîn ku xelkê Kurdistanê bi awayekî azad di referendomekê de çarenivîsê xwe diyar bike ka gelo dixazin beşek bin ji Îraqa nû, hat piştguhxistin û ev bû destpêpka nemana baweriyê. Rêkeftina Lausanne cîyê rêkeftina Sèvres digire û bi vî awayî rê li pêşiya biaşitîçareserkirina pirsa kurdî tê girtin. Îraqa nû dibe dewleteke padîşahî di bin kolonyalzîma Berîtaniyayê di sala 1919ê de û Kurdistan beşeke giringa zengîn bi samanê xwe yên xwezayî ve dibe beşek ji dewleta Îraqê.

Di sala 1921ê de şah Feysel bi resmî dibe şahê Îraqê.  Şêx Mehmûd di sala 1919ê de li dijî hêzên berîtanî şoreşê dike û Şêx Ehmedê nemir, Mistefa Barzanî dişîne alîkariya şêx Mehûmd. Sala 1922ê şêx Mehmûd dewleteke kurdî a serbixwe îlan dike. Hêzên berîtanî êrîşî dikin ser Silêmaniyê û sala 1924ê Silêmanî dikeve jêr destê hêzên Berîtanî. Mistefa Barzanî yê nemir di sala 1920-1921ê de digel hêzeke çekdar diçe alîkariya Andrerek paşayê ermeniyan li Tirkiyeyê û gelek ermeniayn ji kuştinê xilas dike û  Andrerek û malbata wî digihîne Sûryeyê û Barzanî û hevalên xwe heta digihin Zaxoyê 14 şehêdan didin.

Sala 1932ê yekemîn şoreşa Barzan dest pê dike û di vê demê de Îraq dibe dewleteke serbixwe û bêy pabendbûn bi mafên kurdan yên ku pêşwext pê dabûn, dibe endam li komela netewan (LN). Barzan dibe armanca hêzên berîtanî. 12.07.1943ê Barzanî, piştî jiyaneke pirî êş û azar, bi alîkariya Partiya Hîwa û çende kesatiyên welatparêzên bajarê Silêmaniyê derbas dibe û xwe digihîne bajarokê Şino li rojhilatê Kurdistanê.

Partiya Hîwa yekemîn partiya siyasî ye li Kurdistanê Îraqê û (Bavê min yê rehmetî Ebdulrehman Elî Binavî berî ku Barzanî bibîne û bibe endamê Partiyê, endamê partiya Rizgarî û Hîwa yê bû) Li vir giringe em yada tekoşerê mezinê Kurdistanê Refîq Hilmî ku roleke karîger di wê demê de hebû û stêrkeke geş a asmanê kurdayetiyê bû, bilind ragirîn.

Her du hikûmetên Îraq û Îranê, her yekî ji wan, 50 000 dînaran ji bo serê Barzanî yê nemir berdest dikin. Lê Barzanî di 28.07.1943 vedigere devera Barzan û di nava du mehan de nêzîkî du hezar pêşmerge li Barzanî kom dibin û şoreşa duyem ya Barzan 1943-1945 bi rêveberya serokê qaremanê sedsala bîstan, Mistefa Barzanî dest pê dike û devereke berfireh ya Kurdistana Îraqê dikeve jêr kontrola şoreşê. Hêzên asmaniyên Raf (Royal Air Force), hêzên asmaniyên Berîtaniyayê êrîşê dibin ser deverên şoreşê û şer dest pê dike û gorzekê mezin li hêzên berîtanî dikeve.

Di 1946ê de Partiya Demokrata Kurdistanê û esasê stratejîya siyaseteke nû ya xebatê bi fermana Barzanî tê avakirin. Berî vêna jî her du partyên Rizgarî û Hîwa ji bona mafên rewayên gelê kurd gelek xebat kir bû.

Barzanî di dema damezrandina komara Kurdistan li Mihabadê de, di parastina komarê de nexşeyekî camêrane hebû. Piştî jinavçûna Komara Kurdistan, Barzanî di şerekê şêrane de li dijî her sê welatên Tirkya, Îran û Îraqê, di roja 18.06.1947ê digel 500 pêşmergeyên fedekar li çemê Aras derbasî Yekêtiya Sovyetê dibe.  Di 14.07.1958ê de kodeta li dijî rijêma padîşahiyê li Îraqê tê kirin û komara Îraqê tê damezrandin, piştî vê guhertinê, Barzanî û hevalên xwe di 06.10.1958ê de ji Yekêtya Soviyetê vedigerin Îraqê û weke qehremanan pêşwazî li wan tê kiirn.

Di destûra Îraqê de di madeya sêyem de hat tesbît kirin ku Îraq ji du neteweyên serke ji ereb û kurdan pêk tê. Gelek wext bi ser vê vebûnê ve neçû û rijêma Ebdulkerîm Qasim mexror bû û yên ku di vê rewşa nûh de alîkariya wî kirîn piştguh xistin û ji mafên kurdan jî poşman bû û rêya aşityê li pêşiya kurdan daxist. Rijêmê Qasim, Partiya Demokarata Kurdistanê weke partiyeke legal qedexe kir û kurd neçar bûn dest bi xebata siyasîya veşartî û xebata çekdarî bikin. Çirîska agirê şoreşa Îlonê li geliyê Zaxoyê dest pê kir û bi resmî şoreşa Îlonê di 11.09.1961ê de dest pê kir.

Mexseda min ji bîranîn û behiskirina vê paşxana dîrokî eve ku ji bo xandina reweşa rabirdu û têgihiştin rewşa nuha û dariştina paşerojeke geştir alîkariya me bike.

Şoreşeke sertaserî û cemawerî

Serdema şoreşa Îlonê gelek dijwar bû, cîhan duserî bû, du zilhêzên cîhanî Amerîka û Yekêtiya Soviyet bûn. Bi aliyekê cîhanê re peywendê hebaye, aliyê din bi çavakê guman li wan peywendiyan temaşe dikir. Eger nuha jî li nivîsên hindek nivîskarên kurd binêrîn, bi eşkereyî ev rastiye tê de beçav dikeve. Rêyên çûyîn û hatinê gelek ne minasib bûn. Ya ku îro jê re dibêjin teknolojiya ragehandinê (jibilî televizyon , radiyo , rojname u kovar) jidayîk ne bibû. Rêjeya nexwendavaniyê gelek bilind bû. Rewşa jiyopolîtîka Kurdistanê karhîsanî nedikir. Bi kurtî, eger em nebêjin mistehîl bû, lê destpêkirina şoreşeke mezin ya weke şoreşa Îlonê karekî gelek mezin û dijwar bû. Bi îngilîzî jê re dibêjin (mission impossible) ango erkek(wezîfeyeke) nemimkin.

Tevî vê jî, bihevregirêdana karê hizbî û leşkerî û rêveberatiyeke hekîmane ku bawerî bi xwe û miletê xwe hebû berdewam bû û şoreş ji Xaneqîn heta Zaxoyê bû rastiyeke bêguman û miletê kurd bi heyecaneke mezin amadeyê fedekarîyê bû, bi awayekî ku hemû fedekariyek bi wezêfeya xwe dizanî. Barzanî, piştî hemû tecrûbeya xwe, misyona wî ya eşkere bû. Strtejîya karkirina wî diyar bû. Fedekariya miletî jî li be rçavan bû. Tevî wan hemû kelemên navxweyî û derekî ku wê demê hebûn jî, roj bi roj baweiya milet bi Barzanî û şoreşê xurtir dibû.

Paşxan û potensiyal a tekoşîna malbatê, şarezayîya baş a Barzanî di zanistê leşkerî, şerê partîzanî û zanistên siyasî, şarezayîya civakî û tecrûbeya mana wî li Yekêtiya Soviyetê hokar bûn ku serkirdeyekî jîr û bilîmet li ba Barzanî hebe ku xwedî karîzmeke rêberatiyeke gelek bihêz û mezin be û heybeta taybetiya xwe hebe. Hemû ew hokar hevkar bûn ku şoreşa Îlonê bibe şoreşeke giştgîr û sertaserî bo bergirîkirin ji nasnamya netewayetiya xelkê Kurdistanê.
Yekemîn berhemê şoreşa Îlonê ku di dîrokê de hatîye dekomentkirin, rêkeftina 11ê adara sala 1970ê ye ku (danûstandinên sala 1991ê jî digel desthilatdarên Bexdayê her li ser esasê rêkeftina adara 1970ê bû).

Ka çaewa desthelatdarên nû yên Bexdayê îro ji bo cîbicîkirina madeya 140ê wextî dikujin û bi nefeseke senteralîstî û bidizî qanûna neft û gazê derbas dikin, hîngê jî eynî şiyaset dihat peyrew kirin û piştî 4 salanên otonomiyê, jibilî hewlên terorkirina Barzanî yê nemir û hewila terorkirina şehîdê serkirde kak Îdrîs ê cwanemerg ku di wê hewlê de tekoşerekê din, yek ji serkirdeyên navdarên şoreşa Îlonê (Hemîd Berwarî) yê ku îsal 13.05.2011ê koşça dawî kirî, bi giranî birîndar bû, hikûmetê hîngê jî ji rêkeftina 11êadara sala 1970ê poşman dibe û êrîşên leşkerî dibe ser Kurdistanê.

Bi baweriya min, bûyer, rêkeftin û poşmanbûn beramber pirsa kurdî û wekeheviya wan digel yên vê serdemê, wê yekê nîşa me didin ku her ji dirustbûna Îraqê û heta niha jî digel da, hêşta li Îraqê hezkirneke siyasî ji bo çareseriya pirsa kurd li Îraqê jidayîk nebûye û bawernakim (di demeke nêzîk de) ew hezkirin ji dayîk bibe, eger tiştekê wisa cê bibe jî, ew dê li Îraqê diyardeyeke nû be.

Her wê siyasetê wisa kir ku, ji bona daxaz û mafên kurdan jinavbibin, careke din kompilo li dijî kurdan dest pê dikin û di 06.03.1975ê de rêkeftinameya Cezayîrê dinavbera Îraq û Îranê de tê îmza kirin.

Pêş destpkirina şoreşa Îlonê û piştî destpêkirina wê

 Pêş destpêkirina şoreşê gelê kurd bindest bû û tu mafên xwe yên netewî nebûn. Kurdan mafê xandinê bi zimanê kurdî nebû. Ne dikarî şanaziyê bi nasnameya xwe bike. Îraq ji wan mafên desturî ku piştî sîstema komarî di sala 1958ê de îtîraf pê hat bû kirin ku ereb û kurd hevbeş in di Îraqê de, poşman bû.

Şoreşa Îlonê û başiyên wê:

–    Serokatiya şoreşê karê hizbî û leşkerî di rêvebirina deverên azadkirî ji karê medenî cuda kiribû.

–    Civata yasadanan û civata cîbicîkirinê li deverên azadkirî ava kiri bûn. Bi vî awayî jî esasê karê sazîkirin û hikûmetê dan bû.

–    Dadgeha bala ya tawanan, ji bo ku bi awayekî qanûnî pirsgirêkên nava civakê çareser bike, damezrand bû.

–    Dibistan û xwendingeh li sertaserî deverln jêr kontrola şoreşê (hemû qonaxên xandinê ji seretayî heta zanîngehê) bi zimanê kurdî hatbûn vekirin û pirosesa xandinê geş kir. (Ez bixwe yek ji wan xwendekaran im ku heta sinfa 6ê seretayî li xwendigehên şoreşê li gelî û newalên devera Berwarî bala xandî)

–    Ziman û edebiyata kurdî di salên 1970-1975ê de bi awayekî baş pêşket.

–    Sîstema saxlemiyê ya teybet hebû.

–    Şoreşê bi tenê daxaza mafên kurdan nedikir, di heman demê de daxaza mafên kêmneteweyên din jî yên li Kurdistanê, dikir. Şoreşê dirûşmê demikrasî bo Îraqê û otonomî bo Kurdistanê bilind kir bû, vê yekê îspat dikir ku şoreş xemxora demokrasiyê ye li Îraqê.

–    Hesta millî li nav Kurdistanê gelek geş bû. mirovî bi kurdistanîbûna xwe şanazî dikir.

–    Tevî hemû dijawariyên wê demû û duseriya çhanê jî, şoreşê têkeliyên baş digel cîhana derve hebûn.

–    Komeleya Xwndekarên Kurd li Ewropa(KSSE) di nasandina şoreşa Kurdistanê de û ew zolma li ser kurdan heye, roleke baş hebû.

–    Ji bilî kurdan, ew neteweyên din yên ku li Kurdistanê dijîn roleke çalak di şoreşa Îlonê de hebû.

–    Peywendî digel tekoşerên parçên din yên Kurdistanê gelek bihêz bûn, jimareyek ji pêşmergeyên şoreşê ji parçên din yên Kurdistanê bûn, vê yekê jî sîmayaê netewîbûna şoreşê di piraktîkê de nîşan dida.

–    Ji ber ku devereke berfireh ya azadkirî di bin destê şoreşê de bû, şoreşê deriyên xwe, bi taybetî di demên teng û dijwarde, ji bo hemû tekoşerên îraqî vekirbûn û bawerî bi pirpartîtiyê hebû.

–    Her çiqas rijêmên Îraqê yek li pey ya din gelek mihawile kirin ku şer bibe şerê kurd û ereba, lê her tim Barzanî û serokatiya şoreşê rê neda ku şoreş ji rêbaza xwe derkeve. Fetwaya ayatulah Muhsin Hekîm ya heramkirina şerê li dijî kurda sembola wê siyasetê ye di navbera Barzanî û malbata Hekîm de hebû û her ew hizira stratejîk û domdirêja jîraneya Barzanî bû ku heta nuha jî weke sermayeyek miletê kurd berhemê wê dixwe.

–    Hertim deriyê danûstandina vekirî bû û tu derfetên diyalogê ji dest nedidan. Barzanî û serokatiya şoreşê bawerî bi diyalogê hebû. Vê baweriyê û bihêziya şoreşê û bihêzbûna Barzanî wisa dikir ku hertim şandeyên hikûmetê ji bo danûstandinan biçin ba Barzanî.

–    Yek ji taybetmendiyên serokê nemir Barzanî ew bû ku di dema danûstandinan de digel Bexdayê ew kes dihinartine Bexdayê ku post û meqam li Bexdayê nebû yan jî nîyeta wergirtina post û meqeman li Bexdayê nebû, ev jî stratejîyeke jîr û stratejîk û durdîtina Barzanî bûye.
Bidekomentkirina şoreşa Îlonê.

Yek ji wan rexneyên deme ez wezîrê werziş û gêncan bû, hertim ji gênca dihate girtin, ew bû ku gêncên kurd întîmaya niştimanî lawaz e. Gêncê kurd dîroka xwe nizane û hindek rexneyên din.

Hemû ew rexne jî yên taybet bi barê şoreşa Îlonê û bêagahiya gêncan pirsekê li pêşiya me dideyne ku pêwîstî bi bersivdanê heye; Gelo me kariye dîroka şoreşa Îlonê dekoment bikin û matryalekî zîndî ji dîrokê li ber destê gêncan deynin ku li ser bixebitin u li ser ava bikin?

Bêgoman bersiva vê pirsê pêwîstî bi zaniyariyan heye. Lê mixabin di dema geriyana zaniyariyan jî de, ji bilî kitêba bi nirxa serok Mesûd Barzanî ku bi hûrgilî li ser şoreşa Barzan ya yekem, duyem û şoreşa Îlonê belgeyên gelek bijarte pêşkeşî dîroknas, hevwelatiyan û pisporan kiriye, ti dekomentên din yên xomalî bidest nakevin, eger hebin li kû bidest dikevin? Eger bidest bikevin jî, weke çavkaniyên zanistî û dîrokî heta çi pile cîyê baweiyê ne?

Eger di warê hunerî, bi taybetî sînemayê de temaşa bikin, hata nuha, li gor zaniyariyên min, ne filmekî sînemayî resmî, ne filmekî televizyonî resmî, ne roman, ne mozexane û ….. ber hemên din ji guhastina rastiyan û vegêrana qehremanî, şerê bergirî û xweragiriya xelkê Kurdistanê nînin. (Eger hebin jî weke pêwîst rola xwe nelîstiye û ew valahî pir nekiriye.)

Eger em bi tenê li devera Balakayetî-ko serokatya şorişê lê bo-  ango Nawpirdan, Çoman, Dîlman, Qesrê, Gilale û herwesa Raniya û Sengeser temaşa bikin, çend cîyên giring hene ku hêşta gêncên Kurdistanê neku nedîtine lê her nizane çi li wan war û devaran qewimiye.

Ev yek me digihîne ser wê bersivê ku ne gênc û xuert ji dîroka xwe nehaydarin, lê serokatiya siyasiya Kurdistanê ji wê yekê berpirse ku arşîveke zengîna a dîrokê di gişt waran de nexistiye xizmeta gênc û xurtan û programên xwendingehan  ji bo ku ji temenên cihê re metiryalê minasib hebe.
Derencam: Ji Îlona mezin bo Îlona zanistî.

–    Dîroka me a dûr û nêzîk wê çendê li bîra metîne ku desthilatdarên neteweyên serdest yên ku Kurdistanê di navbera xwe de parçekirine, heta nuha bawerî bi mafêm netewî yên kurd nîne. Ya ku îro jî bidest kurdan ketiye li ser esasê hêzê bidest xistiye, jê re nehatiye dan. Lê destkeftiyên ku li ser esasê hawkêşeyên navnetewê bidestve hatine eger karkirneke sîstematîk a berdewam û bi bername û armancdar digel de nebe, ne bi tenê ew destkeftî nayên çespandin, lê berdewam xeter li ser dibe  û ji ber hindê nabe di vî warî de xemsarî û sistî bê kirin.

–    Qonaxa şerê çekdarî weke destpêkek bo bergirêkirin ji nasnameya millî, ne bi tenê karekî rewa bû, lê karekî giring û pêwîst jî bû. Lê belê bi dîtina min di rewşa îro de hemû parçeyên Kurdistanê ew qonax derbas kiriye.  Divê em jibîr nekin ku rewş hatiye guhertin û ji bo metodên xebatê jî form û normeke din pêwîste. Di vê rewşaê de her şoreşeke çekdarî ne bi tenê dawiyê bi şidetê nayîne, lê nifşekê nexwendevan û welatekî wêran bi cî dihêle û reaksoneke nerînî  li ser rewta pêşkeftina civakê dibe û dê me, li hember dijminan, bi salan paş bixe.

–    Yek ji wan forman ku îro xebata kurd lazime û kurd dikarin roleke ber bi çav tê de bibînin, bi dîtina min, xebata zanistî ye di gişt waran de. Weke mînak, bi hebûna filmdarên baş ji bilî ku em dikarin dîroke rabirduyê xwe bi zîndî li ba nifşê nû û paşerojê bihêlin, em dikarin cîyekê taybet jî li welatên din yên cîhanê dirust bikin.  Bi şanoyê (teater) em dikarin rabirdû û diyardeyên civakî weke beşek ber bi çav a miletê xwe agadar bikin. Bi roman û çîrokên pirstayîl em dikarin dîroka kevin û nû û paşeroja xwe bi awayekî digel pêşkeftinên civakî tomar û pêşkeşî hevwelatiyan bikin.

–    Em dikarin bi rêya mozexaneyên cihê û sudwergirtin ji teknîk û teknolojiya nû duh, nuha û paşerojê pêkve girê bidin. Pêkvegirêdanek ku tu kesî newestîne û bibe cîyê şanaziyê û herwesa çavkaniyeke madî jî ji bo welêt. Giringe çiya bi çiya, şikeft bi şeikeft, gelî bi gelî, şehîd li pey şehîd, hunermend li pey hunermend, hozanvan li pey hozanvan, serkirde li pey serkirde, muzîksaz li pey mozîksaz û mozîkjen li pey muzîkjen, xweragirî li pey xwergirîyê û dever li pey deverê, bi kurtî di hemû waran de ku nexşê wan dizîndîhêlana neteweyê kurd hebûye, di dema nuha de siyaseteke nû bo bê darijtin. Çima li welatên din afrandinên zanistî hebin û li Kurdistanê tiştekî wisa nebe  ku çêkiriya wê be û li cîhanê navdengiyê pê peyda bike? Çima me şakarekî sînemayî nebe ku ekrana sînemaya welatên din dagîr bike li şûna ku rijmên dagîrker bi dagîrkirina fikrî destkeftiyên me yên nuha bi hêza zanistê ji destê me derbîne? Çima me kitêbeke nimoneyî nebe ku zolim û sitema li ser miletê me bi awayekî bas bike ku hemû çîhan lê agadar be? Çima me orkestrayeke niştimanî nebe ku li çîhanê navdar bibe? Çima em bi şanazî ve li ser ekranên televizyonên Kurdistanê behsa dixtorên îranî, urdinî, libnanî û welatên din bikin, di demekê de ku hijmareke mezin ya dixtor û pisporên kurdistanî li derveyî welat hene û dixazin li Kurdistanê xizmetê bikin û çavkaiyeke jiyanê jî bi ji bo wan, em fêdet jê wernegirin?

Ez dikarim bêjim ku îro kurda ji bona zêdetir selmandina xwe, ji bona zêdetir nasandin û çespandina destekeftiyan, pêwîstî bi tomar û dirêjepêdana şoreşeke din a Îlonê heye, lê belê şoreşa Îlonê ya vê carê digel destkeftiyên Îlona zêrîn a rabirdu tê kirin û dikare navê wê Şoreşa Îlonê ya Zanistî be ku dikare zêdetir xizmeta pirsa netewî, çî, hêz û desthilata Kurdistanê dike. Ev xebate, ji bilî ku gelek şaristanî ye û dê bibe sedemê têkelkirina hemû şiyanên Kurdistanê, di heman demê de, ez bawer dikim, bi (public diplomacy) yeke zîrekane û bi bername, ango (Smart & Soft Power)  yan jî hêza jîr û nerim derfetekîyên nû ji bo Kurdistan peyda dike. Karekî bi vî awayî derfetên aşitiyê zêde dike, destkeftiyên milî zêde dike, nakokiyên nava civakê kêm dike, polîtezîkirina nerênî di nav civakê de xav dike, enerjiya erênî zêde dike û enerjiya nerênî kêm dike û ji hemûyan giringtir ewe ku jiyan manayeke din dide û saxlemiya civakê baş dike û em hemû jêr siha wê aram û xwejiyan dibin. Avakirna fîzîkî bêy têkelkirina van keresteyan, bi taybetî kultur, tam û xweşî nabe û dînamîzma nav civakê bi tenê rûyekî geş bi xweve dibêne  û nabe  reşmalek ji bo parastina destkeftiyên me.

Yaku li vir em behis dikin xewin û xeyaleke li ber sêberê nîne, lê belê her kes û miletekî hebûna wî nabe ger xewenên mezin, ango şah-armanc nebe. Jiber hindê divê em xewnên mezin bibînin. Stratejîyeke nû bo rastîkirina xewnên xwe dabirêjîn! Îlaca pêwîst bikin! Ji her tiştî giringtir ewe ku ew kesê/a li cîyekê dadinin hezeke bihêz hebe daku bikare di karê xwe de afrandinê bike. Bêy hebûna wê hezê berhemê baş û afrandin peyda nabe û em dê bine paşkoya miletan û hertim em dê bine qorban û gazinde jî ji xelkê din bikin. Divê şiyanên berdewam di gişt waran de bikîn bernameyekî hertimî û domêdirêjê xwe!

Ez gelek piştrastim ku piştî karekê ciddî em dikarin dîrokeka pirşingdar bo xwe û neteweyê xwe tomar bikin. Destpêkirina karekî bi vî awayî îro baştire ji sibê daku li beramber xwîna şehîdan û xweragiriya miletî xwe serbilin bîn.

¤ Ev nivîs bi zarava soranî li jimara 99 li 10-3-2011 li kovara Civil belav boye u birêz Nesret Hacî kurmanciya wê amadekirye

Taha Barwary

 

Back to top button